Banga Ocalan hêvî ye
Duşem 12 Gulan 2025 - 03:20
Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan diyar kir ku banga Abdullah Ocalan li dijî şerên li Rojhilata Navîn hêviyê dide mirov û got:"Bangê rê li ber pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn jin, Kurd û Elewî dikarin bêhnê vedin û xwe li ser zemîna siyasî ava bikin vekiriye. Ji bo Elewiyan jî hêja ye."
Ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve li Sûriyeyê HTŞ bû desthilatdar û êrîşên li dijî gel û baweriyên cuda bi taybetî jî civakên Elewî hedef digirin, dewam dikin. Di van êrîşan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, di heman demê de bajarên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wekî herêma herî bi ewle ye.
Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan têkildarî mijarê nirxandin kir.
Kadriye Dogan tiştên ku hatine jiyin wek komkujî pênas kir û wiha got: “Ji ber ku rewşeke li gorî pênaseya komkujiyê tê jiyîn. Li cih û warên xwe tên sirgûnkirin. Dest datînin ser mal û milkên wan. Bêyî ferqê bixin nav jin, zarok û mêr hemûyan dikujin. Jin û zarokan wek xenîmetên xwe dibinin. Dema mirov vê rewşê mêze dike tê dîtin ku li Sûriyeyê Elewî tên qetilkirin. Cîhan li hemberî vê komkujiyê bêdeng e. Tirkiye ji bo li wir korîdoreke mirovî veke naveke nav hewldanan.” Kadriye Dogan xwest hemû kes li hemberî qetlîamên li Sûriyeyê pêk tên bêdeng nemînin û divê Parlamentoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî rola xwe bînin cih.
Kadriye Dogan herî dawî anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de ji bo bidawîbûna şerên li Rojhilata Navîn girîng e û got: "Bangê rê li ber pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn jin, Kurd û Elewî dikarin bêhnê vedin û xwe li ser zemîna siyasî ava bikin vekiriye. Ji bo Elewiyan jî hêja ye."
MA / DÊRSIM / ŞÎRVAN ŞÎLAN ÇÎL