Piştî 7 mehan hê jî hikûmet tine ye

Duşem 12 Gulan 2025 - 03:25

Di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî bi caran hate paşxistin, hate lidarxistin. Tevî derbasbûna nêzî 7 mehan jî, ji ber nakokî û pirsgirêkên navxweyî, hîna hikûmet û kabîneya nû nehatiye avakirin. Ev yek jî li ser asta navxweyî û derve de rastî nerazîbûnan hatiye. Taybet welatî li ser vê yekê bi fikar û bêzarbûne. Çavdêrên siyasî yên Ranyayê di derbarê mijarê de  axivîn. Çavdêrê siyasî Silêman Wertî da zanîn ger li gor yasayên cîhanî lê were temaşekirin avanekirina hikûmetê heya niha ne tiştek asayi û yasayî ye û got:“Tenê ji bo wê çendê ye ku ji raya giştî û cîhanê re bêjin me hikûmet û parlemento heye. 33 salin lê heta niha desturek me nîne. Destûr, yasa û parlemento wek lastîkê ye, çawan bixwazin her yek bi aliyê xwe ve dikêşe. Gel jî bêdeng e û kes daxwaza mafê xwe napirse û nabêje min deng da, çima hikûmeta avanabe.” Silêman Wertî da zanîn ku PDK û YNK zêdetirî 30 salin hikûmraniyê dikin û got:“Ji her du partiyan re avanekirina hikûmetê ne pirsgirêke, bi xwe hikûmraniyê dikin, hemû serwet û dewlemendî, postên bilind di destên wan de ne. Yanî li vî welatî ne yasa rol heye nejî destûr heye.”

Çavdêrê siyasî Bekir Elî jî got:“Lihevnekirina li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bandorek nerênî li ser welatiyan heye, bazar sekiniye û karmend bê muçe ne. Civîn li pey civînê tê kirin, lê nekarîne bigihin encamek. Welatî bê hêvî bûne, her çiqas destpêkê hêviya gel ji avakirina hikûmeta nû hebû û digotin wê hikûmetek rast be û bikare bibe bersiv ji daxwazên gel re, lê tiştek wisan çênebûye. Pêwîste li ser hikûmetê bi taybetî jî her du partiyên desthilat (PDK-YNK) li ser postan li hev bikin. Divê ji bo xatirê xwîna şehîdan û xatirê evqas qurbaniyên ji vê xakê re hatine dayîn êdî tenezûlan ji hevre bikin. Pêwîste hizbên nû tevlî hikûmetê bên kirin û sûd ji ezmûna ciwanan were girtin.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.