Zimanê bedenê û govendên Kurdî

Nûçeyên Forum

Şemî 11 Tîrmeh 2026 - 07:30

  • Dema ku em li dîroka mirovahiyê dinêrin, tê dîtin ku şêwazên îfadekirina hest û ramanan ji zimanê devkî pir kevintir in. Mirov beriya ku ziman wekî amûreke sîstematîk a ragihandinê bi kar bîne; coş, tirs, şahî, hêrs û hesreta xwe bi tevgerên bedenê nîşan daye.

 

VEYSÎ VARLI

Di vê çarçoveyê de beden, bûye amûra yekem a vegotinê; tevger jî bûye zimanê pêşîn ê mirov. Bi borîna demê re, ev tevger ji tesadufbûnê derketine û bi bandora jiyana civakî, erdnîgarî û berhevkariya çandî, gihîştine şêwe û karakterên taybet.

Şêwazên jiyanê, pêvajoyên dîrokî û bûyerên ku civakan jiyane, van îfadeyên bedenî bi teşe kirine. Bi vî awayî tevgerên mirovî, ji vegotineke takekesî (ferdî) derketine û bûne hilgirê hafizayeke kolektîf. Ev şêwaza îfadeya kolektîf, bi demê re di nav hin qaliban de bi sîstematîk bûye û veguheriye wê avahiya hunerî û çandî ya ku em îro jê re dibêjin "govendên gelêrî". Govend, di vê wateyê de ne tenê nîşandaneke estetîk in; di heman demê de bi zimanê bedenê derbirîna ezmûnên dîrokî, hîsên kûr û têkoşîna jiyanê ya civakê ne.

Govendên her civakê, taybetmendiyên xweser ên ku nasnameya wê civakê nîşan didin, dihewînin. Cografya, avhewa, avahiya civakî û şert û mercên dîrokî; rîtm, tempo, fîgur û karaktera giştî ya govendan diyar dikin. Lê belê li dervayî van hemû cudahiyan, di koka govendên gelêrî de pir caran rewşeke mirovî ya hevpar, ango têkoşîn, piştgirî û hewldana hebûnê heye.

Di vê çarçoveyê de dema ku govendên Kurdî têne lêkolînkirin, bi eşkereyî tê dîtin ku avahiya wan a karakterîstîk xwe dispêre paşxaneyeke kûr a dîrokî û civakî. Di koka govendên Kurdî de ruhekî têkoşînê heye ku mirov dikare wekî "şer" yan jî "doz" bi nav bike. Ev şer ne tenê pevçûneke fîzîkî, di heman demê de têkoşîna hebûnê, berxwedan û parastina nasnameyê ye. Ji ber vê yekê tevgerên tund, biryardar û rîtmîk ên di govendan de; meşekê, berxwedanekê yan jî li ber xwe danekê sembolîze dikin.

Lîstikên wekî çepik a Amedê, Qerquşta a Bîtlîsê, Şeko,Milanî a Rihayê û dîsa li Amedê Hildan li Serhedê Sêpê; ji Çewligê heta Serhedê, ji Hewlêrê heta Efrînê, di erdnîgareke fireh de bi navên cuda û bi varyasyonên cudahî yên biçûk derdikevin pêşberî me. Ev cihêrengî, her çend di rûberê de wekî cudahî xuya bike jî, di eslê xwe de diyardeya heman ruhî û heman çavkaniyê ye. Ev rewş bi zelalî nîşan dide ku govendên Kurdî ji heman kokê têne xwedîkirin û hafizayeke çandî ya hevpar hildigirin.

Yek ji taybetmendiyên herî diyar ên govendên Kurdî, têgihîştina rîtmê ye. Di van govendan de rîtm, di wateya klasîk de ne girêdayî qalibên muzîkê ye. Berevajî vê, rîtma muzîkê li şûna ku govendê bi rê ve bibe, xwe li gorî tevgerên govendger (lîstikvan) eyar dike. Ango rîtm ne li gorî muzîkê, li gorî bedena lîstikvan û bi taybetî li gorî tevgerên lingan teşe/şekil digire. Gopalê daholê û şivika wê, li şûna ku girêdayî pîvana muzîkal bicîbîne, lerz û hereketên gavên lîstikvan dişopîne û li gor wê lêdide.

Mînak, berhema bi navê “Esmer” ku li Amedê tê naskirin, ji aliyê muzîkal ve xwedî avahiyeke çar-çarî (usûla sofyan) ye. Lê belê di govenda ku bi vê muzîkê re tê lîstin û wekî "erranî" tê naskirin de, rîtma ku tê lêdan yekser van qalibên birêkûpêk ên muzîkê naşopîne. Tam berevajî, li gorî fîgurên govendê û lêdana lingan ji nû ve teşe/şekil digire. Ev jî nîşan dide ku di govendên Kurdî de rîtm xwedî avahiyeke serbixwe ye û rasterast bi bedena lîstikvan re dibe yek.

Ev taybetmendî, yek ji hêmanên bingehîn e ku govendên Kurdî ji gelek govendên gelên din vediqetîne. Lewra li vir muzîk nakeve pêşiya govendê; dikeve xizmeta govendê. Rîtm ne wekî hêmaneke derve, wekî hêmaneke ku ji hundirê govendê derdikeve, hebûna xwe nîşan dide. Bi vî awayî yekparetiya ku derdikeve holê, ne tenê hemahengiya bihîstî, di heman demê de hemahengiya bedenî û ruhî jî diafirîne.

Di encamê de, govendên gelêrî wekî yek ji şêwazên herî kevn ên îfadekirina mirovahiyê, mîraseke çandî ya bihêz in ku dîrok, hest û têkoşînên civakan digihînin îro. Govendên Kurdî jî, wekî yek ji mînakên herî balkêş ên vê mîrasê; tevger, rîtm û hafizaya kolektîf bi rengekî bêhempa tînin cem hev. Di van govendan de her gavek, her lêdanek û her fîgurek; şopên çîrokekê, berxwedanekê û hebûnekê ye ku ji rabirdûyê gihîştiye îro.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.