
- Ger dîrokeke muzîka Kurdî were nivîsandin, bêyî haydarbûna ji ezmûnên jiyanî yên Kurdan ên di seranserê dîrokê de wê kêm û bê wate bimîne. Loma jî haydarbûna ji ezmûnên jiyanî yên Kurdan ên di seranserê dîrokê de gelekî girîng e.
VEYSÎ VARLI
Nasnameya Kurdî, wekî rastiyek civakî ya bê dewlet, tevî zordarî û îstismarê, bi awayekî ku li deverên din ên cîhanê kêm tê dîtin, di tevahiya dîrokê de dîsa jî jiyaye. Di bingeha xwe de, ev mayîndebûn ji hêza şoreşa çandî ya ku wê daye destpêkirin tê. Kurdan ne bi çek, artêş an kelehan, lê bi hebûna çandî ya ku bingeha hebûna wan a civakî ye, li dijî serdestên xwe li ber xwe dan û em vê berxwedanê di muzîka Kurdî de dibînin.
Serokatî di vê mijarê de wiha dibêje:" Kurdîtî her tim wekî rastiyeke sabît nemaye. Wekî her diyardeyeke civakî veguheriye û hebûna xwe pêk aniye. Veguherîna niha hîn berfirehtir e. Niha ev pênaseya kurdbûnê di dema niha de hîn piralî ye. Şêweya ravekirina hunerî hîn zêde pêş ketiye û mirov bêtir serî li vê şêwazê dide. Kurdîtî xwe bi rêya muzîkê dixwaze pênase bike. Muzîk şêwaza ravekirina heqîqeta kurd a herî girîng e."
Ji ber ku muzîk bi xwezayî diyardeyek çandî ye, ew rasterast bandorê li ser pêşveçûna çandê dike; ew girêdanan di navbera paşeroj û pêşerojê de pêk tîne. Muzîk nirxên mirovan diyar dike, ku hem sedem û hem jî encama çandê ne. Çêkirina muzîkê tê wateya ji nû ve afirandina civak û takekesan. Her çend her berhemeke muzîkê çalakiyeke takekesî be jî, ew di têkiliyê de bi dînamîkên civakî re tê hilberandin. Di vê wateyê de, çêkirina muzîkê tenê ji bo çêkirina muzîkê bêkêr e. Bêkêr e ji ber ku tiştê girîng ji bo muzîkê ne çêkirina muzîkê ye, lê dayîna wateyê ye. Bêyî wateyê, tenê tiştekî ji rêzê û populîzm wê demê dibe serdest. Çiqas hewl were dayîn jî, xebata ku encam dide di dawiyê de bi bêwatebûnê tê nîşandan. Îro, hunermendên ku bi piranî Kurd in nikarin berhemên orîjînal biafirînin. Gelek kes rêya hêsan hildibijêrin.
Ew kesên ku nikarin berhemên orîjînal hilberînin, serî li populîzm an ajîtasyonê didin. Lêbelê, populîzm û ajîtasyon muzîkê dikujin. Muzîka Kurdî bi pêşketina neteweperweriya Kurdî re lez bû, bi siyaseta Kurdî ve girêdayî bû, hem jê debara xwe dikir û hem jî pêş dixist. Bi saya têkoşîna siyaseta Kurdî, astengiyên li pêşiya muzîka Kurdî hatin rakirin û muzîka me karîbû xwe bi awayekî azad îfade bike. Û bi awayekî ecêb, pirsgirêka muzîka me li vir dest pê kir. Di vê hawîrdora azad de, muzîka Kurdî dest bi windakirina orîjînaliya xwe kir. Hilberîna muzîka Kurdî ya orîjînal a bi kalîte û estetîkî ku dê xwe û civakê pêş bixe, ger wiha dewam bike dibe ku bigihêje xala tunebûnê.
Hinek sedemên vê yekê ev in: Kêmasiya zanistî ya saziyên me yên çandî û hunerî. Xizmetkirina pergalê ya bi zihniyetek ku çanda Kurdî red dike. Dersên muzîka Rojavayî û Tirkî li şûna muzîka Kurdî didin. CD û kaset bi gotinên Kurdî lê ne muzîka Kurdî ye. Kêmasiya zanînê ya li ser muzîka Kurdî ya tevî hebûna bi dehan mamosteyan a di her sazî û akademiyan de. Serdestiya zihniyetek populîst a di rêxistin û rêveberiya çalakiyan de. Serdestiya kesayetên hunermend ên ku hunerê ji bo berjewendiya xwe diafirînin.
Ev hemû faktor bingehê diafirînin ku ev yek kok bigire û bi lez pêş bikeve. Ev hebûna gel bi xwe dikare tune jî bike.







