
- Yek ji mezintirîn pirsgirêkên ku îro huner pê re rû bi rû ye, li şûna naverokê, girîngîdana li ser gotinan e. Lê belê divê mirov li xwerûbûna wê muzîkê û wateya wê binêre. Dewsa naverokê girîngî ji bo populuzmê tê dayin. Ev jî dibe sedema bêesilbûneke cidî û xetere.
VEYSÎ VARLI
Peyva "populer" êdî ruh û dilsoziya hevpar a mirovan nîşan nade, eleqeyeke ne ji dil a girseyî nîşan dide. Popularîte, li şûna ku girêdana hunerê bi gel re xurt bike, bûye taybetmendiyek ku wê bi nirxên bazarê, xerckirina tavilê, modayê û temaşekirinê ve sînordar dike. Bi vî rengî, huner ne afirandinek ji gel çêbûye, lê amûrek e ku hestên gel bi rê ve dibe. Ev rewş her wiha muzîkê ji wateya wê dûr dixe, naveroka wê vala dike, wê ji berhemek çandî vediguherîne "kelûpelek ecibandinê".
Lêbelê, çand her tiştê ku mirov li xwezayê zêde dikin, hilberîn û ji xwezayê vediguherînin e; ew tevahiya kevneşopî, raman û baweriyên civakekê ye. Çand hem tiştê ku mirov diafirînin û hem jî tiştê ku mirovan bi teşe dike ye. Ji ber vê yekê, muzîk forma tê bihîstin a cîhana hestyarî, bîra dîrokî û nasnameya erdnîgarî ya civakekê ye. Muzîk dengê tê bihîstin ê wêneyê dîtbar ê cihê ku lê hatiye afirandin e. Her berhema hunerî berhema çandê ye; ew bingehek hevpar e ku mirov di asta çandî de lê dicivin.
Di vê çarçovê de, muzîk ne tenê rêzkirina dengan e, lê şêweyek tevgerê ye. Mirov bi rêya paşxaneya xwe ya çandî muzîkê diafirînin, guhdarî dikin, hîs dikin û tecrûbe dikin. Lêbelê, di serdema hemdem de, ev kûrahiya çandî di muzîkê de bi populerbûna ne ji dil û îfadeyên sloganî ve tê guhertin. Huner dibe hilgirê peyaman, ne hestan.
Bi rastî, rewşa ku saziyên çandî û hunerî yên Kurdî di hin serdemên diyarkirî de jiyane mînakek berbiçav a vê yekê ye. Muzîka Kurdî, dema ku li bersiva pirsa "Em kî ne?" digeriya, veguheriye têkoşînek siyasî û nasnameyî. Di vê pêvajoyê de, armanca sereke ew e ku di guhdarvan de hest û têkiliyan der barê têkoşîna Kurdan de biafirîne, wan bike beşek ji hişmendiya siyasî. Lêbelê, di vê hewldanê de, aliyên teknîkî û estetîkî yên muzîkê, rîtm, aheng, karakterê vokal, şîrovekirin û kûrahiya felsefî pir caran li paş guh hatine hiştin. Bi vî rengî, "çi tê gotin" ji "çawa tê gotin" girîngtir bûye; huner veguheriye sloganek bêform.
Muzîk dibe ku zimanê hevpar ê mirovahiyê be; lê belê dengên wî zimanî ji dîrok, erdnîgarî, êş û kêfxweşiya her gelî çêdibin. Ger civakek xwedî ziman be, muzîk jî heye. Ger Kurdî hebe, muzîka Kurdî jî heye. Ger Tirkî hebe, muzîka Tirkî jî heye. Ji ber ku muzîk dengê jiyan, ax, avhewa, dîrok, bi kurtasî, çanda gel e.
Lêbelê, hilberîna ku ji berhevkirina çandî, hesasiyeta estetîkî û dîsîplîna muzîkê bêpar eslê hunerê winda dike. Ev têgihîştin muzîkê tenê vediguherîne "muzîka dengbêjî ya Kurdî", kokên wê yên dîrokî, karakterê wê yê melodîk û nasnameya wê tevlihev dike. Di dawiyê de, hilberînên weha bêhemdî vediguherin amûrên fermî yên çanda serdest. Ziman û eslê muzîkê bi xwe di nav "gotûbêjek siyasî" ya ji rêzê de têne xeniqandin.
Şaşiya me ew bû ku me gerdûnîbûn û teqlîd tevlihev kir. Lêbelê, gerdûnîbûn ne bêkokî ye; ew hêza ji kokên xwe rabûn û bi hemû mirovahiyê re axivîn e. Muzîka ji nasnameya neteweyî veqetandî tenê wekî teqlîdeke fermî dimîne; lê muzîka ku bi ziman, xweza û şêwaza jiyana gel re yekbûyî ye, dikare hem herêmî û hem jî gerdûnî be.
Modernbûna rastîn ne bi teqlîdkirina civakên din, lê bi derbirîna dengê xwe bi zimanekî gerdûnî pêk tê. Muzîk dengê giyanê her civakê ye; ew îfadeya herî kûr a nasnameyê ye. Û mirovek bêyî guhdarîkirina dengê welatê xwe nikare gerdûnî be.







