Bîr û muzîk

Nûçeyên Forum

În 5 Hezîran 2026 - 10:00

  • Serokê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji bo rola muzîka kurd wiha dibêje;“Kurdîtî rastiyek di dîrokê de her dem di cî de rawestî nîne. Wekî diyaroka her civakan xwe wediguherîne û xwe geş dike. Ev veguherandin îro hêj bi leztir û berfirehtir e. Diyarok a kurd îro pêvajoyek pênasekirinek pirhêldar dijî. Tarza vegotina hunerî, vegotina  ya ku herî zêde bi kevneşopî tê bikaranîne. Kurdîti di vî alî de xwe bi rêya muzîkê daye nasandin. Muzîk ji bo rastiya kurd tarzek vegotina heri girîng e.”

 

VEYSÎ VARLI

Sedema vê gotinê jî ev e. Muzîka kurd dî pêvajoya dîrokê de ya xwedî şopa jiyana mirovahiyê ya herî girîng e. Hişmendiya ku çavkaniya wê ji têkiliya civaka neolotîk a bi xwezayê re ruhekî berxwêder afirandiye û heta roja îro muzîka kurdî bi vî ruhî xwe li hember tevahiya astengî û xwestekê rizandinê, parastiye. Ji xweparastinê wêdetir, xwe geş kiriye û xwe nûjen kiriye. Bi vê parastin û geşkirina xwe bûye yek ji serekê bîr/hiş û nasnameya Gelê Kurd. Muzîk rola xwe ya herî mezin ji bo ziman û kevneşopiya çanda kurdî bigihêje îro rast û girîng lîstiye. Ger ku em bi destê xwe lê tengav nekin ew ê vê rola xwe hêj mezîntir bike û bileyze. Em dizanin “Muzîk dengê wêneyê herêma lê hatiye afirandinê ye”. Lê belê di gelek waran û xebatan de mixabin em dibînin hişmendiya post modern û kapîtalîst xwe zelal dide xuyakirin.

Lê em rind pê zanin di warê tunekirin û xirakirina çand û civaka kurd de, netew-dewletên di pêvajoya kapîtalizmê de hatine avakirin sedemkar e. Pergala kapîtalîst modernîteyê û pêkanînên netew-dewletî, hebûna rastiya kurd kiriye hedef. Di sed salên paşmayî de pêkanînê netew-dewletê xwe gihandiye asta kokbir, tunekirina Kurdan. Trawmayên herî mezin bi Gelê Kurd hatiye jiyandin. Tirkiyeyê di vir de rola herî mezin lîstîye lê perçeyên Kurdîstanê yên din jî bi destê netew-dewletên dinê hatiye pişaftin. Ev pişaftin gîhaştîye asta ku êdî kurd, bi hişmendî ji kurdîtîya xwe şerm û fedî bikin. Ev pêkanînên ku li Kurdistanê li ser hiş û ruh xwe bandor kiriye, derbek bê mînak li pêşketina kurdan xistiye.

Serokê Gelê Kurd ji bo vê pêvajoyê dibêje; “Rewşa Kurdan ji bo nijadkujî ya çandî mînaka heri kartêker û trajîk e. Gelê Kurd ji hêlekê ve ji ber çarmixa ji alî netewdewletên desthilatdar ve li ser nirxên çanda wî hatiye danîn dinale, ji hêla dinê jî nirxên keda wî, tevdî tevcivînên wî yê civakî û heyînên wî yê dewlemendî ya bin erd û ser erd bi destê talankeran tê talankirin. Tiştê mayi jî ji bo îmhakirinê tên terkkirin, kes bê kar tên hiştin, tên rizandin. Dem bi dem bi nijadkujî ya çandê nayê ser bi fîzîkî jî nijadkûjiyê pêk tînin. Ev jî mînaka herî zelal û trajîk a kapîtalîst modernîteyê ye.”   

Di gotinên Serok de jî tê dîtin ku ev merhale ji bo civaka kurd merhaleya tunekirina tevahî ya nirxên çanda Kurdî, rûbirûhiştina belavkirin û bêwatekirina jiyana kurdî ye. Ev ya jî felçkirina tevahî ya civakê ya pergala ku bi destê netew-dewletê hatiye pergalkirinê ye. Li beramberê înkarkirina tevahî ya hêman û zimanê kurdî, tevahiya wateyên mirovahîyê hatiye talankirin. Ev talan herî zêde ji bo qada muzîka Kurdî hatiye bikaranîn. Ji ber ku muzîk teşeyekî hunerê yê ku hişê kurdîtiyê radigîhîne îro ye. Û îro em vê pêvajoya talankirin û tunekirinê bi destê xwe didomînin û hêj xurtir dikin. Mala me ava be an na…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.