
- Ew ji wan ewqas ditirsiya ku lingên wî bi lerzê digeriyan û ew bi tirs û baldarî li derdora xwe dişopiya. Tam di vê kêliyê de dengekî zîl û zelal ji nişkê ve ezmanan hejand. Deng bi hêzeke qehweyî qîriya; “Hê karên pîroz hene ku em ê bikin!”
OSMAN ERGÎN
Di qelpên germiya Tîrmehê de dema ku havîn di nav çirûsên axê de xweliyê diveşart, zîpik wekî guleyên agir ji ezmanan dihatin xwarê. Tenê 5 an jî 10 deqe ew bûn, lê bes bûn ku mirov di nav malên xwe de bibin dîl û êsîr.
Piştî vê zîpika bi keraset vê carê ewrên asîmanan reş û tarî kirin. Ji nişkê ve birûsk bi qîjînên tûj asîmanan qelişandin, şibak, cam û pencereyên xaniyan bi teqînekê hûr-hûr kirin, ceryan qut bû û tarîtiyeke bêbinî belav bû.
Mirovan ku di malên xwe de êsîr û dîl mane ji bo ku lu hember tirsê xwe bi hêz bikin, hev hembêz kirin milên xwe li hev pêçan. Lêvên wan liviyan lê deng ji qirikê wan dernedihat. Ew tenê li hêviya qedandina vê serobino bûyînê disekinîn. Lê di kûrahiya tarîtiya herî kûr de Melkemot/Şewmar-yê ku bi hezaran sala di nav bêdengiya axê de razabû- ji xewa xwe ya mirinî rabû. Ew ber bi wan mirovên ku di nav şûnewarên xwe de girtî mane dimeşiya.
Meşeke hêdî, meşeke ku li her quncikî hawîrdorê xwe bi çavên xwe yên nepenî dida şopandin. Ji serî heta tiliyên lingên xwe tevahî laşê wî di reşiyekê de bû. Li şûna wî du bîrên tarî û bêbinî dihewiyan. Ji zimanê wî jehr didiqutiya û diranên wî yên wekî bizmarên zengilî bêhneke genî û pîs li dora xwe belav dikir. Laşê wî yê dirêj û zeîf wekî siyeke lerizok baleke tirsdar dida herkesî.
Lê belê Şewmar/Melkemot ji herkesî zêdetir newêrek bû. Lewra ew dizanibû li cihê ku ew lê dixe, li wê erdnîgariya qedîm a ku mirin hatiye kuştin, cihê ku mirinîstan bûye jiyanîstan, êdî nêçîrvanên ronahiyê hene!
Ew ji wan ewqas ditirsiya ku lingên wî bi lerzê digeriyan û ew bi tirs û baldarî li derdora xwe dişopiya. Tam di vê kêliyê de dengekî zîl û zelal ji nişkê ve ezmanan hejand. Deng bi hêzeke qehweyî qîriya:
-Hê karên pîroz hene ku em ê bikin!
Hê hêvî û serkeftina ku em hembêz bikin li pêşberî me ye!
Hê me gotina xwe ya dawî negotiye!
Tê me çawa bi wê bêhna xwe ya kirêt, bi wê rewşa xwe ya ji mirinê mirîtir bifikirî ku li dijî me dê bi ser kevî?
Bila baş zanibî Melkemot/Şewmar!!
Emê îro bibin şewmarê te, melkemotê te!
Me çawa li vê erdnîgariya qedîm mirin kuşt emê te jî bicehimînin..!
Peyva dawî qediya û çawa ku dengê ronahiyê fermanek da birûsk vekişiyan. Ewrên reş û tarî wekî perçeyên dûmanê belav bûn. Asîman sayî bû û rojekê nazenîn bi rukenî xwe hilavêt jêr. Tîrêjên rojê wekî kilamekî bi bêhna biharê tevahiya rûzemînê bi şewqa xwe tijî kir. Wî cihî ku berî kêliyekê bûbû dojeh, niha dibû/bûbû bexçeyekî ronahiyê.
Şewmar li pêş û paş xwe mêze kir, duv re duvê xwe xiste nav çîmên xwe û di nav saniyeyan de ji ber çavan winda bû, wekî dumaneke ku di bayê de bihele...
Yên ku li duv şopa wî geriyan ji 500 metreyê wêdetir neçûbûn dîtin ku erd bi qasî 20 metroyî qelişîbû.
Rûmed Kedkar-yê ku di nav hemûyan de bêdengtir bû û çavên wî herî ronî bûn- devê xwe vekir û got:
-"Ew fahm kir ku nîştecihên vê erdnîgariya qedîm ne yê doh in, ne jî yê kevn in. Gelek av derbas bûn di bin piran de û herikîn çûn...
Êdî ev erdnîgarî deriyê azadî, aramî, wekhevî û aştiyê ye. Û ji bo her mirovê bi rûmet, herkesî bi şeref ve heta dawiyê vekirî ye..!"
Koma jin û mêran bi lîl û dilên xwe yên şewqdar ketin milên hev.
Ew li hawîrdora xwe govenda ji nav tarîtiyê gerandin. Govenda ku ji zîpikan, birûsk û Şewmaran/Melkemotan azad bûbûn. Govenda ku ji tirs û tarîtiyê derbasî ronahî û hevpiştiyê bûbûn...






