
- Ji dîroka mirovahiyê ta roja me ya îroyîn jinan ji pêkhatina aştiya civakî de her tim xwediyê roleke girîng û diyarker bûne. Jin; ji nava malbatê ta avaniya eşîrê, ji lihevkirina xwecihî ta hevgirtina civakî di gelek waran de xwediyê roleke aştîçêker a hestiyarî, çandî û zimanî bûne.
Di pêvajoyên Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Şerê Cîhanê yê Duyemîn û şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku di roja meya îroyîn de diqewime û hîna navek lê nehatiye kirin de jî jinan ji bo pêkhatina aştiya civakî kedeke mezin dane; xwebexşiyên bêhempa kirine û di vê têkoşînê de berdêlên giran dane. Hîna jî van berdêlan dide.
Jinan bi zanîna xwe ya dîrokî û ezmûnên xwe teoriyên aştiyê yên femînîst bi pêş xistine. Bi taybetî nêzikatiya “etîka aştiyê ya jinan” bi awayekî eşkere dide xuyakirin ku awayên ragihandinê yên li ser bingeha hemhestiya jinan, merhemet û tevlêkeriyê di pêvajoyên aştiyê de diyarker in. Li gor vê nêzikatiyê aştî bi tenê lihevkirineke derveyî nîn e; di heman demê de pêvajoyeke hundirîn a guherîn û veguherîneke çandî ye.
Ji lewre jin hem bûne hilgirên vê guherîn û veguherînê, hem bûne veafrînerên wê hem jî bûne sazûmankarên wê; û hîna jî vê yekê didomînin. Çanda devkî ya ku jinan bi zimanê xwe yê dayikê ava kirine; bi çîrok û stranan nirxên etîk û estetîk ên civakî û bîra dîrokî zindî hiştine. Bi vî awayî zimanê aştiyê ji nifşekê derbasî nifşa din bûye û gihîştiye roja me ya îroyîn. Heke îro em bikaribin nivîsan der barê zimanê jinan, zimanê dayikê û zimanê aştiyê de binivîsin, ev bi saya serê bîra me ya dîrokî ye.
Jin û rola wan a di aştiya civakî de
Avaniyên eşîran yek ji teşeyên herî kevn ên rêxistinbûna civakî ne. Bi avakirina nasnameya siyasî ya xwereng, xweser û civakî ji aliyê pêkanîna yekîneyên xweparastinê ve têkiliyên xurt danîne û hebûna xwe her tim parastine. Dema ku em di vê çarçoveyê de rêxistinbûna eşîrî binirxînin, em ê bibînin ku bi tenê modeleke rêxistinbûnê ya siyasî nîn e; di bi rehendên xwe yên zimanî û çandî, di guherîn û veguherînên civakî de xwediyê roleke girîng e. Ev rêxistinbûn bi qasî ku xwediyê nasnameyeke siyasî, bîrdozî, ehlaqî û polîtîk in, di heman demê de hêza xweparastina rewa jî her tim bi pêş xistine. Wek mînak; dema em li dîroka Kurdistanê dinihêrin, em dibînin ku di nava eşîra Erdelanan a ku Mestûre Kurdistanî serkêşiya wê dike de, yekîneyên jin ên taybet ên ku bi Mestûre Xanimê ve girêdayî ne hene.
Mixabin, di roja me ya îroyîn de, dema ku eşîr tê gotin, pêşiyê mêr tê bîra mirovan. Lewra, di vê serdemê de, kesên ku eşîran bi rê ve dibin, siyaseta wan diyar dibin û polîtîkayên şer dimeşînin, mêr in. Konfederasyonên eşîran jî veguherîne konfederasyonên mêran. Lê dema ku em li ser reh û demarên zanistî yên dîrok Kurdistanê hûr bibin; dema ku em şaneyên bingehîn ji aliyê etîmolojîk ve vekolin, em ê bibînin ku rewş ne wiha ye; em ê bi awayekî zelal bibînin ku di wateya rasteqîn de, damezirîner û nûnerên tevahiya pêşengiyan jin in.
Em bi awayekî beloq dikarin bibînin ku pergalên avakirina civakî yên bi aştiya ku Mîtîk û Mîtrayîk, ango hîsa pêşîn, hesta pêşîn, ramana pêşîn, ziman û ruhê pêşîn e; “ROZÊWAN”, MÊHRÎWAN, ZÊREWAN-ZÎRZEWAN û ZÎREK’ yekeyên komunî yên pêşîn ên jinan in. Têkiliya jinan a bi xwezayê re, awayê jiyanê yê ku bi xwezayê re çêkirine û zimanê aştiyane yê ku bi xwezayê re pêk aniye; di roja me ya îroyîn de jî yên ku hebûnê û civakîbûnê bi pêş dixin û ava dikin her û her jin in.
Ji dîroka Kurdistanê ta roja me, bi dehan eşîr, êl, qewm û malbat bi navên jinan tên nasîn. Di vê çarçoveyê de, di konfederasyonên eşîran ên roja me de her çiqas rola jinan gelek caran hatibe paşguhkirin jî, jinan her tim hebûna xwe parastine û xwediyê seknekê bûne. Wek hilgirên bingehîn a veguhastina çandî û bîra civakî, jin bûne sepînerên hem hestiyarî hem teorîk û hem jî zimanî. Bi taybetî jî di rastiya Kurd û Kurdistanê de em vê yekê bi awayekî zelal dibînin.
Gotina jinan wek hêzeke guherîner û veguherîner hatiye pejirandin. Zimanê jinan û zimanê wan ê dayikê; di nava aliyên şer de pireke hestiyarî ava kiriye û bûye navbeynkar. Em vê yekê di helbestên Mestûre Erdelanî/Kurdistanî (ango Mah Şeref Xanim), di destana Derwêşê Evdî û Edûlê de, di melodiyên serhildêr ên Lawikê Metînî de, di zêmarên jinan de, di stranên gelêrî de, di wêjeya devkî û belgeyên dîrokî de dibînin. Ji ji vî aliyî ve bi tenê nebûye remz û sembola parçebûna civakî; di heman demê de bûye remz û sembola jinûveavabûnê û aştiyê.
Di çarçoveya mijara me de, em dikarin ji dîroka Kurdistanê, bi kurtasî, çend mînakan bidin. Mah Şeref Xan ango Mestûre Erdelanî/Kurdistanî ya ku di sala 1805’an de li bajarê Sinê ya Rojhilat hatiye dinyayê her çiqas bi nasnameyên xwe yên wek dîroknas, helbestvan û wêjevan bê nasîn jî, ya rast, demeke dirêj serkêşiya Mîrgeha Erdelanê kiriye. Di sedsala 18’emîn de, di gelek muzakere û lihevhatinên civakî yên navxweyî û derveyî de cih girtiye; gelek serkeftinên mezin bi dest xistine û yekîne û rêxistinên jinan ên taybet ên bi xwe ve girêdayî damezirandine. Em vê yekê di dîroka eşîra Erdelanan de dibînin.
Adîle Xanima ku wek keybanûya bê tac a Eşîra Cafan û herêma Şarezorê ya di nava konfederasyona eşîran a Erdelanê de ye tê zanîn, di birêvebirina eşîra Cafan de roleke girîng leyîstiye û di gelek tifaqên aştiya civakî ya navxweyî de cih girtiye. Di sala 1909’an de bûye serokeşîr û li Kurdistanê, di navbera Kurdan de gelek xebatên tifaqên aştiyê kirine. Adîle Xanimê bi tena serê xwe 15 salan rêveberiya Helebçeyê kiriye. Di serdema ku rêveberî kirî de, li Helebçeyê şert û mercên jiyanê baş kirine, hişmendiya çandî û hunerî berbelav kiriye û qada aboriyê ya navneteweyî xurtir kiriye.
Her wiha xebatên dîplomatîk ên navneteweyî kirine û tevlî hevdîtinan bûye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de muzakereyên gelek peymanên aştiyê meşandine. Di heman demê de di danûstendinên dîplomatîk ên ku bi nûnerê siyasî yê Îngilîz Ely Bannister Soane re meşandine de xwe wek semboleke Xwedawendeke siyasî daye nîşandan.
Eslê Erdelanî (Xurşîd Begum) Xatûn di gelek aştiyên civakî de cih girtiye û xebatên yekîtiya Kurdan meşandine. Dîsa Ayşe Xanima ku wek Dayê Dadwer di dîrokê de cihê xwe girtiye serperiştiya malbata Mukrî Mukriyan (Mahabad-Serdeşt) kiriye. Ayşe Xanimê di sedsalên 18’emîn û 19’emîn de di navbera eşîrên Kurd de xebatên pêkanîna aştiyê kirine û aştî bi dest xistiye.
Yek ji eşîrên Kurdan ên mezin a ku ji Wêranşara Ruhayê ta Çiyayên Şengalê belav bûye jî eşîra Milan e. Serokeşîr Temir Axa di heman demê de serokê konfederasyona eşîrên Kurd e jî. Li hemberî Erebên ku dixwazin Eşîra Milan bikin binê kontrola xwe û Tirkên ku dixwazin bi talan û bacan serdestiya xwe li ser wan bidin pejirandin têdikoşe. Ya rast, têkoşîna eşîra Milan dikare wek berxwedaneke li hemberî êrîşîn li ser Kurdan jî bê nirxandin. Her wekî roja me ya îroyîn, tekane armanca Tirk û Ereban qirkirina Kurdan e û serdestiya li ser Kurdistanê ye.
Ji bo ku em dernekevin derveyî mijara xwe, em ê danekevin kûrahiya vê destana dîrokî. Armanca me, mijara ku em dixwazin balê bikişînin serê, hêza jinan a ku ev şer veguherandine aştiyê û rola jinan e. Her çiqas lehengê vê destanê wek Derwêşê Evdî bixuyê jî, di wateya rasteqîn de, sernûnera vê destanê Edûlê ye. Ango kakilê destana me ev e.
Temir Axa ji bo ku di şerê ku bi Tirk û Ereban re dike de bi ser bikeve, tevahiya eşîrên di binê banê konfederasyona eşîra Milan de tîne gel hev û vî sozî dide Edûlê:
“Kî ku vî şerî bi ser bike û eşîra me di vî şerê de rizgar bike, ez ê Edûlê bidim wî.”
Dema Temir Axa hîn dike sê ro û sê şevan fîncana qehweyê li nava civatê hatiye gerandin û ji 32 hezar siwaran kesî newêribûye rake û name ji Derwêşê Evdî re hatiye şandin, ji Edûlê dipirse:
“Ma ez dikarim te temsîl bikim?”
Bavê Edûlê Temir Axa wiha dibêje:
“Şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e. Ber destê sibehê derkeve pêşberî eşîrê û tu çi dixwazî bibêjî, bibêje. Bes me ji vî şerî rizgar bike.”
Edûlê derdikeve pêşberî cimaetê û wiha dibêje:
“Fîncana bi xwîn a qehweyê ya ku ev çendîn roj in li ber we digerînim, çima kes ranake? Ev şerê Milan e, ne şerê Şerqiyan e.”
Derwêş kûrahiya kemîna ku hatiye danîn fam dike û ji bo ku rê lê bigire, wek berxwedêrekî têdikoşe. Piştî ku Derwêş tê, Edûla ku fîncana qehweya bi xwîn digerîne, wî şiyar dike:
“Derwêş, delalîkê dilê min ranehêje fincana xwînê û venexwe, ev xefikeke ku tu yê bikevî û dernekevî.”
Ligel vê yekê jî, ligel şiyariya Edûlê jî, ji bo parastina rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê qehweyê vedixwe û ji bo ku di şer de bi ser bikeve têdikoşe. Edûlê tevahiya eşîrên di binê banê konfederasyona Milan de û 32 hezar siwaran qanî dike û dike ku ew jî ligel Derwêş têbikoşin. Di vê çarçoveyê de Edûlê dikare wek sembola aştiya civakî û jina aştîxwaz û azad a Kurdistanê were binavkirin.
Di rastiya Kurdistanê de, yek ji avaniyên jinan ên ku ji bo bipêşxistina zimanê aştiya civakî û ji bo pêkanîna aştiya civakî, bi zimanê jinan û zimanê dayikê têdikoşe û li ber xwe dide jî dayikên Pîrzarên Pîroz û Aştîxwaz-Roşî Spî ne. Jinên zanyar ên ku wek Pîrzarên Pîroz û Aştîxwaz-Roşî Spî, Perçema Spî (Dayikên Kitanspî/Melesspî) ango wek Dayikên Aştiyê jî tên nasîn, di wê serdemê de, di peymanên aştiyên civakî yên di navbera avaniyên navxweyî û derveyî de cih girtine. Di nava civaka Kurdan de, Dadwerên Roşî Spî û Dayikên Laçikspî jinên ku her yek ji wan bûne sembolek in. Di vê wateyê de, bûne heybeta dîroka zindî ya Kurdistanê, ruhê berxwedanê, çanda jiyana bedew, evîna bêeman a Edûlan û hawara evînê; bûne gotin û zimanê aştiya civakî.
Sed heyf û mixabin, ev yek ji bo hinek eşîrên ku hatine bişaftin derbasdar nîn e. Gelek rêxistinên me yên eşîrî û konfederasyonên eşîran belav bûne û ji cewhera xwe hatine dûrxistin.
XECÊ ŞEN







