Her kes di ferqa rastiya pêvajoyê de ye

Nûçeyên Forum

Şemî 4 Tîrmeh 2026 - 07:30

  • Rêber Apo her tişt vekirî aniye ser ziman û nirxandiye. Jixwe dem bi dem jî peyamên gelekî girîng dide.  Eger mirov serê xwe li ser biêşîne wê pir xweş fêm bike. Lê heke mirov xwe newestîne û li ser lêhûrbûnê neke, wele gelekî zehmet e mirov pêvajoyê fêm bike. Jixwe hin kes hene ku li her kesî guhdar dikin û ji ber wê jî gêjo mêjo bûne. Hew dizanin wê çawa bikin. Jixwe yên welê heke xwe komî ser hevdu nekin wê rastî nexweşiyên derûnî werin. 

 

EMEL WELAT

Di van demên dawiyê de li ser medyaya dijîtal gelek tevlîhevî heye. Herî zêde jî kesên xerab û bêkêr jehra xwe belav dikin. Bila neheqî li maran nebe, ji ber mar jehra xwe ji bo parastina xwe bi kar tînin. Lê ew kes jehra xwe tenê ji bo êrîşî mirovên baş û nirxên wan bikin bi kar tînin. Ev kes kêm be jî hiş û mejiyê hinek mirovan tevlîhev dikin. Jixwe hemşeriyekî min (Dilbixwîn) jî heye ku her devê xwe diavêje her kesî. Sibhanelah tu dibêjî qey ji bo xerabiyê çûye kanala Rûdawê.

Ez weke şîret ji wî kesî re û yên weke wî re jî dibêjim, em we nas dikin û dizanin bê hûn ji kîjan heriyê ne û niha jî hûn çi dikin. Bi rastî ez matmayî dimînim. Nexasim jî dema ez dibînim ku ew kesên welê yên demekê di nav Tevgera Azadiyê de xwe dikirin şoreşger û niha jî êrîşî şoreşê dikin. Xwezî ew revok û xayîn li cem kesên baş û welatparêz bana, rexneyên xwe li Tevgerê, li Rêber Apo û gelê Rojava kiribana ku mirov bigota wele dilêşên me yên ji xelkê Rojava ne û ji bo feydeya me wiha dibêjin.

Bêguman ew kesên xerab dijminatiyê bi qewmê xwe re dikin.  Weke kurmê darê ne, hewl didin darê birizînin. Helbet ew hêza wan jî nîne, tenê kesên nezan û gêjik bandor bikin. Jixwe di van demên dawiyê de hinek tesfiyekarên weke çeteya çaran ên berê di nav Tevgera Azadiyê de xwe rezîl kirin, ji bo pere û zewacê nasname û rûmeta xwe firotin, ketine nav livûtevgerê. Ew kes çûn ketin hembêza xayîn û dijminan. Niha jî diçin di hinek kanalên xêrnexwaz ên weşanên bi Kurdî dikin de, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xerabî xeber didin. Herî zêde jî ew kesên weke Çurukkaya tên binavkirin bi vî karî rabûne.

Bi Tirkî ji tiştên riziyayî û xerabbûyî re ‘Çuruk’ tê gotin. Wateya Çurukkaya jî ‘Zinarê Riziyayî’ ye. Lê bi rastî kesên weke Selîm û Aysel Çurukkaya di mejî de jî riziyayî ne. Kanalên nêzî PDK’ê bi awayekî bêşerm van kesên wer revok derdixin ser ekranên xwe. Jixwe beriya wan jî kesên wekî Ferhad (Osman Ocalan) jî ku xiyanet li doza xwe kiribû derdixistin ekranên xwe. Di nêrîna min de yên van şexsên wer xayîn derdixin ser ekranên televîzyonên xwe dijminatiya Kurdan dikin. Di vir de mesele partî û rêxistin nîne. Kesekî xiyanet li dozeke Kurdî kiribe, wê sibe heman tiştî li yên din jî bike. Di vê pêvajoya ku li hemû dinyayê Kurd bûne yek û her kes qala egîdî û qehremantiya wan dike, tiştek wer ne layiqî kanalên Kurdî ye.  Li Bakurê Kurdistanê û giştî Kurdistanê bi milyonan Kurdên girêdayî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hene.

Ez bang li hemû Kurdan dikim û dibêjim divê em rastiyê esas bigirin. Em vala vala li xeberên şaş û xerab temaşe nekin. Di van demên dawiyê de li bajarê Qamişlo û Girkê Legê ji bo bihayê mazotê û hwd. hinek xwepêşandan rû didin. Helbet bihabûna pêdiviyên jiyanî tesîrê li ser jiyana mirovan dike. Lê divê were zanîn ku li deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de rewş pir pir xerabtir e. Yek jî em weke gel bi salan e ji bo çand, ziman, nasname û azadiya xwe têkoşîn dikin. Hewce ye em rojeva esasî ya gelê xwe bi bihabûna mazot û hwd. tiştan mijûl nekin. Jixwe Rêveberiya Xweser bi salan e tevî derfetên herî kêm jî ji bo başkirina jiyana welatiyan kar û xebateke bêmînak dike. Ev xebat duh çawa dimeşiyan, îro jî, sibe jî wê dewam bikin.

Divê were zanîn ku hin kesên xêrnexwaz bi zanebûn mirovan sor dikin. Helbet ragihandina me jî di mijara serwextkirina gel de kêm dimîne. Mînak li Girkê Legê kesek rabûye li pêşberî mîkrofonan dibêje, “Me 20 hezar şehîd dane, em hîn jî bê mazot in” û hwd. helbet mirov carinan ji hêrsan nizane çi dibêje. Lê divê were zanîn ku şehîdên me ji bo azadiya gel û axa me çûne şehadetê. Ji bo jiyaneke aram û bi xweşî ava bikin, şehîd bûn. Hewce ye kes li ser xwîna şehîdên me yên bi rûmet xwe nede jiyandin û ji bo rojevên xwe yên şexsî wan bilêv neke.

Ez careke din bang li gelê me yê Rojava dikim ku neyên xapandin, kesên xerab guhdar nekin û neyên lîstokên wan xayîn û xwefiroşan. Xelkê Rojava bi salan e ji bo hemû tevgerên Kurdî bi taybet ji bo Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de bi mal û canê xwe tevkarî kiriye. Lewma pêwîst e xelkê Rojava xwedî li şoreşa xwe derkeve.

Jixwe dem dema kar û xebatê ye. Hewce nake em xwe têxin mala xwe û fesadan guhdar bikin. Di van deman de pir xerabkarî heye. Divê em weke mirovên xwedî rûmet her tim hişyar bin û haj li siyaseta neyar û xêrnexwazan hebin. Pêvajo pir hesas e û em jî xwe li ber robaran bernedin. Xelkê me yê Ereb dibêjin, ‘Heke aqilê te li serê te be, tê zanibî xwe rizgar bikî.’ Divê em haj li xêrnexwazan hebin û di şopa heval û hevrêyên ji bo me her fedakarî kirine de bimeşin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.