
- Di navbera stratejiya "entegrasyona kontrolkirî" ya Tirkiyeyê û rastiyên civakî û siyasî yên li ser erdê de valahiyek kûr heye. Nêzîkatiya "kontrolkirî" ya dewletê rêveberiyên herêmî wekî pirsgirêkek ewlehiyê nîşan dide.
MEHMET ŞAHÎN
Bo nimûne, lêkolîn nîşan didin ku ji sedî 90’ê dengdêrên kurd tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Her çend dewlet dixwaze şaredariyan bi stratejiyek "girêdana wan bi navendê ve" û "birîn û dabeşkirina çavkaniyên aborî" birêve bibe jî, gel vê yekê wekî destwerdana li îradeya xwe û binpêkirina mafê xwe yê demokratîk dibîne. Ev rewş aliyê razîbûna civakî ya "entegrasyona kontrolkirî" qels dike. Wekî nakokiyek mezin dibîne.
Nakokiyek din di vebûnên sembolîk de li hember daxwaza zimanê dayikê derdikeve holê. Her çend siyaseta Tirkiyeyê meyla wê yekê dike ku zimanê Kurdî wekî "dewlemendiyek çandî" nas bike jî, ew dîtina wê ji ya mafek siyasî dûr dikeve. Daxwaza herî aram û gelemperî ya civaka kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê û naskirina fermî ya kurdî di qada giştî de ye.
Dersên bijarte an jî qadên çandî yên sînorkirî yên ku ji hêla dewletê ve têne pêşkêş kirindaxwaza gel a ji bo "garantiyên destûrî" pêk naynin. Gel ne tenê parastina nasnameya xwe, di heman demê de naskirina wê jî hêvî dike.
Di demekê de ku Enqere hewl dide bi formuleke "çekberdana bi rêya Îmraliyê" pirsgirêkê kêm bike gel jî li bendê ye ku edaleteke berfirehtir pêk were. Rastiya ku statuya Rêberê Gelê Kurd nehatiye guhertin, girtiyên siyasî hîn jî di girtîgehê de ne û rewşa qanûnî ya ku ji ber pêvajoyên wekî doza Kobanî hatiye afirandin, têgihîştina "bêwijdaniya dewletê" di nav dengdêrên kurd de kûr dike. Gel ne tenê bidawîbûna tundiyê, di heman demê de berdana girtiyên siyasî, vekirina rêyek ji bo siyaseta demokratîk û rûbirûbûna bi rabirdûyê re jî dixwaze.
Stratejiya Tirkiyeyê wekî hewldanek ji bo "Entegrasyona Bêyî Razîbûnê" xuya dike. Dewlet dixwaze kurdan di nav pergalê de bigire, lê hewl dide ku şert, ziman û sînorên vê tevlêbûnê bi awayekî yekalî diyar bike. Bi kurtasî, "entegrasyona kontrolkirî" xetereya "qeyrana rêveberiyê" diafirîne ku ji rastiyên li ser erdê dûr e û tenê ji bo rizgarkirina rojê re xizmet dike. Heya ku gavên berbiçav ên li ser daxwazên bingehîn ên gel statû, edalet û zimanêdayikê neavêje dê baweriya gel bi vê rêveberiyê neyê.
Bê razîbûn şans nîne
Ji perspektîfeke dîrokî ve, hewildanên "entegrasyona bê razîbûn" an "modernîzasyon/dîsîplîna ji jor ber bi jêr" kêm caran aştiyeke civakî ya mayînde pêk anîne.
Di seranserê dîrokê de, împaratorî an dewletên neteweyî bi gelemperî hêza leşkerî û burokrasiyê bikar anîne da ku civakên li dora xwe (Kurd, Îrlandî, Bask, hwd.) bi navendê ve girêbidin. Ger, civakek xwe wekî hevkarê damezrîner an welatiyê wekhev ê wê pergalê hîs neke, her "başkirinê" ku ji hêla dewletê ve tê pêşkêşkirin wekî xêrek tê dîtin. Xêr tişteke ku her kêliyê dikare paşve were girtin e. Entegrasyona bê razîbûn di hişê mirovan de têgihîştina "dagirkerî" an "desthilatdariya biyanî" çêdike. Ev, di encamê de, dibe sedema ku pergal di nîşana yekem a krîzê de (şer, hilweşîna aborî, hwd.) bişkê.
Dewlet carinan dikevin nav wê têgihîştina xelet ku "ger em geşbûna aborî peyda bikin, daxwazên nasnameyê dê werin jibîrkirin." Di civakên mîna gelê Kurd de, ku sedsala dawî dinava êş, sirgûn û têkoşîna ji bo nasnameyê de derbas kirine, "Bîra Kolektîf" pir xurt e. Yekîtiya Sovyetê bi dehsalan hewl da ku gelên cuda di bin nasnameya "Mirovê Sovyetê" de entegre bike. Lê belê, gava ku pergal qels bû, hemî nasnameyên neteweyî yên tepeserkirî bi hêzek pir zêdetir li xwe vegeriyan.
Rêbaza "kontrolkirî" ya ku Tirkiye niha dişopîne, bi xwezayî li ser bêbaweriyê ye. Dema ku dewlet dixwaze kontrol bike, ew amûrên tepeserkirinê bikar tîne (rêvebirên tayînkirî, pêvajoyên dadwerî, operasyonên leşkerî) her ku tepeserkirin zêde dibe, baweriya gel bi dewletê kêm dibe û her ku bawerî kêm dibe, dewlet hewcedariyek mezintir ji bo kontrolkirinê hîs dike.
Aştiya mayînde ne bi rêya kontrolê, bi rêya naskirina nasnameyê û demokrasiya radîkal tê. Mînakên serketî di dîrokê de (pêvajoya piştî-apartheidê li Afrîkaya Başûr an, heta radeyekê, Peymana Înê ya Pîroz li Îrlandayê) tenê dema ku dewletê " dest ji kontrolê berda û wekî wekhev li ser maseyê rûnişt" gengaz bûn.
Dînamîkên herêmî û faktora "Çar Beşan" xwedî girîngiyek mezin in. Niha şansa Tirkiyeyê ji bo "kontrolkirina" siyaseta xwe ya Kurd tenê di nav sînorên xwe de pir kêm e. Berevajî serdema Mîrekiyên sedsala 19’an, îro kurd xwedî toreke ragihandinê ya yekgirtî ne ku çar parçeyên Kurdistanê û dîasporaya Ewropî dihewîne. Zilma li ser parçeyekî dibe sedema hişyariya siyasî ya li parçeyê din. Lewre hewldaneke entegrasyonê ya ku destkeftiyên (statûyên) kurdan ên parçeyên din paşguh dike dê ji hêla sosyolojîk ve ne temam be û serkeftina wê nepêkan be.
Tiştê ku Tirkiye niha hewl dide bike ne avakirina "Aştiya Civakî" ya mayînde ye, pêvajoyek"Pasîfîkasyonê" (Bêdengkirin) da ku barê li ser dewletê sivik bike. Zanista dîrokê ji me re dibêje, bêdengî ne aştî ye.







