
- Pirsgirêkênn mirovahiyê yên herî mezin pirî caran ne bi karesatên mezin, bi nehestyariyên biçûk dest pê dikin. Berî ku aşîtek biherike, kuliyekî berfê dikeve erdê. Berî ku daristanek bişewite çirûskek agir pê dikeve.
ADAR JIYAN
Civak jî wisa ne; di bingeha rûxanên mezin de, pirî caran xemnexuriyên jirêzê hene. Ji ber vê yekê, mirovên nehestyar, qîrînê; darên bêfêkî gurayiyê; axa bêhatinî, xelayê zêde dike. Ev selmandin tenê ne şibandinek e, herwiha ji bo rewşa mirovahiyê hişyariyeke mezin e.
Xweza, hergav bi awayekî bêdeng me hişyar dike. Darek, bi kakilê ku di pêxêla axê de aj dide, mezin dibe û gava ku wexta wê tê fêkiyê xwe dide. Teqez darên ku fêkî nadin jî hene; belê heke darên baxçeyekî hemû fêkî nedin, mirov nikare behsa berdariya wî baxçeyî bike. Lewre sedema hebûna darekê, tenê ne qurma wê ye; siya wê, kulîlkên wê û fêkiyê wê ye ku sûdê dide de derdora xwe.. Mirov jî wisa ye. Mirov tenê ne ji bo ku bijî, dijî. Tiştê ku hebûna mirov watedar dike; dilovanî wijdan, parvekirin û guhdana êşa kesên din e. Heke mirov, li pêşberî bûyerên ku li derdora wî/ê qewimîne ne hestyar be, dê li gorî ku xuya dike jiyana xwe bidomîne, belê dê dev ji dayîna fêkiyê mirovahiyê berde. Di rewşeke wisa de civak, dê li baxçeyekî ku qurma darên wê saxlem belê yên bêber û bêfêkî dagere.
Nehestyarî, şewbeke herî bêdeng a serdema me ye. Vexuyaniya vê şewbê ew e ku mirov piştî çend çirkeyên ku li nûçeyên birçîbûnê guhdarî dike, dîsa li hingimeyê vedigire. Gava ku neheqiyekê dibîne, dibêjê "Min çi jê ye?"; û xemgîniya ku xwe di çavên mirovekî/ê de dide der, qet nabîne an bibîne jî guhê xwe nadiyê. Sedema ku mirov di nav sixletiya mirovan de xwe bi tenê hîs dike yek jê jî ev e. Lewre nehestyarî, pirayên bêdeng ên navbera mirovan dirûxîne. Gava ku di civakekê de hejmara mirovên biwijdan kêm dibe, dengê qîrînan zêde dibe. Dengê kesên ku alîkariyê dixwazin bilind, dibe, belê guhên ku wî dengî dibihîsin jî kêm dibe. Ji ber vê yekê mirovên nehestyar, tenê cîhana xwe ya neyînî ya hundirîn ava nakin; jiyana derdora xwe jî bêwec dikin. Wekî axa kêmber a ku tov lê hêşîn nabe, dilê nehestyar jî qenciyê mezin nake.
Di navbera mirov û axê de hevşibiyeke ku mirov diheyirîne heye. Çawa ku axeke berdar ked, miqatebûn û avê dixwaze; wijdanê mirov jî pejnkarî , baldarî û têkildarariyê dixwaze. Gava ku di wijdanê mirov de dilovanî neyê bikaranîn, hestên mirov kor dibin û cîhana mirov a hundirîn de hişkayî dest pê dike. Ev hişkayî bi çavan nayê dîtin belê bandora wê pir mezin e. Axa ku hişk dibe, diderize. Wijdanê ku hişk dibe jî bêdeng dimîne. Ew bêdengî hin bi hin bêdadî û neheqiyê asayî dike, neheqiyê wekî tiştekî jirêzê dibîne û rê li ber xirabiyê vedike. Hêza xirabiyê ya herî mezin hin caran ne ji ber yên ku xirabiyê dikin pêk tê, ji ber yên ku bêdeng dimînin pêk tê. Di dîrokê de gelek mînakên wisa hene. Gelek şaşî ji ber ku hin mirov bêdeng dimînin mezin dibin. Lewre xirabî pirî caran ne ji ber ku xurt e, ji ber ku mirovên qenc têra xwe bi hestyarî tev nagerin, belav dibe. Dibe ku dilopek av bi tena xwe çolekê hêşîn neke; belê cihekî ku dilopek av pê nebe jî teqez dê li çolekê dagere. Hesasiyet tenê ne dilpakiyek e ku ji bo demên awarte yên ku qurbaniyên mezin dixwazin tê veqetandin. Nirxê wê ya rastîn di kêliyên asayî yên jiyana rojane de xwe dide der. Silavek jidil, gotineke xêrê ya di dema bêhêvîtiyê de, dayîna piştgiriyê ji bo kesên ketî, alîkariya cîranekî/ê pîr/kal, an jî redkirina bêdengmayînê li hemberî kiryarên ku zerarê didin xwezayê hemû kiryaran fêkiyên dara mirovahiyê ne. Her çendî ku ew biçûk xuya bikin jî, kiryarên wiha hêdî hêdî kewdana (atmosfera) qenciyeke berfireh diafirînin. Lewre hem qencî jî wekî xirabiyê jêvegirtineke civakî ye. Gava ku di dilê kesekî/ê dilovani hêşîn dibe, di dilê gelek kesên din de jî deng vedide û tevna giyanî ya civakê xurt dike. Berevajî vê, hesasiyeta ku bi berdewamî tê paşxistin bêxemîyekê pêk tîne û dawiyê jî li kevneşopiyekê dadigere.
Hilika mirovbûnê, behreya parvekirina êşa mirovên din e. Tiştê ku mirov dike mirov ew e ku di hêstirên çavên zarokekê/î de zarokên xwe bibîne, di tenêtiya pîrejinekê an pîremêrekî de dahatûya xwe bihisîne, kêmaniya li ser sifreya xwarina kesekî/e xizan wekî kêmaniya xwe bibîne. Wateya rastîn a wijdanê mirov ew e ku xwe bixe dewsa kesên din. Îro tiştê ku herî zêde pêdiviya cîhanê pê heye ne teknolojî ye, hestyarî ye. Ne zanîn e, zanyarî ye. Ne hêz e, wijdan e. Lewre teknolojî dikare piran ava bike belê nikare dilê mirovan bigihîne hev. Zanîn jîrayiya mirovan zêde dike, belê dilovaniya wan zêde nake. Hêz xurtiya mirovan nîşan dide, belê nirxdariya wan nîşan nade. Mirov tenê bi qasî hestyariya xwe dibe mirov. Ji bo wê, divê her mirov li cîhana xwe ya hundirîn vegere û vê pirsê ji xwe bike: "Gelo ez dareke berhemdar im an qurmeke darê me ya ku tenê cihêkî vala dadigire?" Dibe ku ev pirs wekî pirseke sivik were dîtin, belê ev pirs dikare tevê jiyana mirov biguherîne. Lewre cîhan li ser milê mirovên hestyar geş dibe.
Wekî encam, cihê ku mirovên nehestyar lê pir bin, qîrîn lê zêde dibe; cihê ku darên bêfêkî lê pir dibin, xêr û bereket lê kêm dibe; cihê ku axa bê xêr û bereket lê zêde dibe, hatina xelayê lê teqez dibe. Dewlemendiya mirov a rastîn jî ne di zêr û zegeran de û ne jî di maldariyê de ye. Ew dewlemendî, di dilên ku êşa kesên din di ser guhên xwe re navêjin de veşartî ye.
Tiştê ku cîhanê dike qada ku lê tê jiyîn jî ev dil in. Cihê ku hestyarî lê hêşîn dibe hêvî, li cihê ku hêvî lê peyda dibe, jiyan ji nû ve lê aj dide. Hêşînkirina wehaya mirovahiyê ya çola nehestyariyê, tenê ne berpirsiyariyeke takekesî ye, di heman demê de peywireke gerdûnî ye. Mirovahî, ne di dilên bêwec de, di wijdanên ku êşa kesên din dihisînin de aj dide.






