
- Dema em li dîrokê dinêrin mînakên girîng ên cil û bergên Kurdî yên bi taybet jinan hene. Ji rengê qumaşên Kurdî bigirin heta nexş û kulîlkên li ser wan jî xwediyê kevneşopiyekê ne.
Gelek cureyên cil û bergên Kurdî hene. Wekî mînak em dikarin behsa kitana jinên Dêrikî jî bikin. Hubriyên heqîqî û kitana ku jinên kurd ên Dêrikî li ser bejna xwe dikin taybet in û bi salan e vê kevneşopiyê dewam kiriye.
Jinên kurd li zozanan jî cil û bergên xwe li xwe dikin. Şêwaza cil û bergên jinên li zozanan dijîn xwediyê taybetmendiyekê ye. Li zozanan tu bibêje nebêje jiyaneke zehmet heye loma jî cil û bergên jinên kurd li xwe kirine li gor şert û mercên erdnîgariyê jî diguherin.
Em dikarin bibêjin heta demeke dirêj kevneşopiya cil û bergên Kurdî hatiye parastin. Lê tu bibêjî nebêjî piştre guhertinek di şêweya cil û bergan de çêbûye. Wekî mînak em dikarin bibêjin bikaranîna kofî li cem jinan kêm bûye. Lê belê di dawetan de gelek kurd cil û bergên Kurdî li xwe dikin.
Her çiqas zimanê gelekî nasnameya wî gelî ye em dikarin bibêjin cil û bergên wî gelî jî nasnameya wî gelî ye. Ev cil û berg di heman demê de berxwedan û dîroka wî gelî ye jî. Di nava jiyaneke xwezayî de dîroka cil û bergên Kurdî jî bi teşe bûye. Avhewaya herêma Mezopotamya û Zagrosê jî şêwaza cil û bergên Kurdî eşkere kiriye.
Cil û bergên mêran jî wekî şal û şepik, şutik û poşî, li ser bingeha parastinê û hêzê hatine çêkirin. Şal û şepik bi qeşeya xwe ya fireh li gor hinek jêderkan di heman demê de azadiya hereketê pêşkêş dikin. Şutik ne tenê aksesûarek e, lê hêmanek e ku di navbera bedenê de tê girêdan û karên pratîk wekî hilanîna tiştên rojane, çîrok, kîsek an jî amûrên parastinê di xwe de dihewîne. Bi giştî, cil û bergên Kurdî di nava xwe de peyamekê jî vedihewînin.
Cil û bergên jinên kurd di heman demê de bi motîfên sembolîk jî têne naskirin. Jinan ji ber pêşengiya çand û hunera civaka kurd kirine loma jî cil û bergên wan di dîrokê de cihekî taybet digire. Elbet cil û berg ne tenê ji bo xemilandinê ne. Elbet wateya wan heye. Wekî mînak rengê sor di dîrokê de tê gotin ji bo kurdan girîng e. Heta gotinek heye dibêje; bila sor be çend quruşê wê zêde be.
Ji ber cil û bergenê Kurdî nûnertiya nasnameyekê jî dike loma jî her tim bûye hedefa dagirkeran. Ev dewlemendiya cil û bergên Kurdî girêdana bi axê re jî nîşan dide. Loma parastina cil û bergên Kurdî parastina nasnameya Gelê Kurd e. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Di çanda kurdan de deq
Deq di dîroka gelê Kurd de cihekî kevnar digire. Jinên berê hema bêje gelekan jê deq li ser rûyê xwe, destên xwe çêkirine. Elbet em li vir hunerekê û hostatiyekê jî dibînin.
Li gor hinek çavkaniyan tê gotin deq li ser tilî, cênî, di navbera herdu buruyan de, li ser çengê, li ser lêva jêrîn, li ser sîngê dihate çêkirin. Lê em nikarin bibêjin ev tenê ji bo xemlê ye. Li gel jinan mêran jî bala xwe birine ser hunera deqan. Tê gotin ji bo serêşê jî deq dihatin çêkirin. Ji ber ku dîroka deqan kevnar e loma divê lêkolîneke dûr û dirêj li ser bê kirin. Li gor hinek baweriyan jinên demeke dirêj zarokên wan çênedibûn û pişt re çêdibûn jî deq li ser çend û pozê zarok çêdikirên. Lê elbet çêkirina deqan jî ji ber xwedî hunerekê ye dema dihat çêkirin jî mirovan êşa wê dikişandin.
Di teşeyê deqê de mirov dikare qalibekî estetîk jî bibîne. Loma hostatiyê dixwaze. Jinên temen mezin bi taybet ev huner derdixistin holê. Lê em dikarin bibêjin bi demê re ev kevneşopiya deqê jî li gor dema nûjen bi teşe bûye. Niha bi teknolojike pêştir her mirov dikare deqan li ser bedana xwe çêbikên.
Çêkirina deqan çawa bû elbet ev jî mijarekek girîng e. Teniya sêlê ji bo vê girîng e. Ew teniya li dora beroşan û şîrê dayikê bingeh e. Bi taybet şîrê dayikên ku dergûşa wan keç bûye wê demê girîng bû. Şîr û dermanekî bi navê heş jî ji etaran dihat kirîn, rengê wî dermanî şîn bû. Ew dikirin nava hev û heft ji derziyên dirûtinê dihatin bikaranîn. Dema ku dermanê xwe dadanîn devera dixwestin deqan lê bikutin, ew derzî di wî cihî re radikirin heta ew cih bibe birîn. Piştî çend roj an jî hefteyekê ew deqan teşeyê xwe digirtin. Di heman demê de bi zirava pez an jî zirava mirîşkan yek ji wan dikirin nava teniyê û li cihê ku dixwestin, dikutandin. Di amadehiya ji bo çêkirina deqan de jî estetîk û hostetiyek mijara gotinê ye. NAVENDA NÛÇEYAN







