Li Bismil navenda çandê ya Arjen vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Kanûn 2025 - 00:35

Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen ya li Parka Vedat Aydın temam kir. Şaredariyê navend bi merasimekê ji xizmeta gel re vekir. Hevşaredarên Bismilê Hevserokê Navçeya Bismilê ya DEM Partîyê, nûnerên TJA, MEBYA-DER, TUHAD-DER, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî vekirinê bûn. Bernameya vekirinê bi pêşandana muzîkê û govendên gelêrî dest pê kir. Hevserokê DEM Partîyê yê navçeya Bismilê Cemil Tekinoz bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salan e li herêmê berdewam dikin û girîngiya navendên çandî destnîşan kir.

Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekin jî anî ziman ku piştî 8 salan di vekirina atolyeyên çandî de bi gelê Bismilê re dîsa hatin cem hev û kêfxweşiya xwe anî ziman. Piştî vekirinê,  kesên tevli merasîmê bûn li atolyeyê di nava Navenda Çand û Hunerê ya Arjen de vebûne geriyan. Piştî gera atolyeyan, komê li gorî muzîkê goven gerand.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.