Dengbêjiya Efrînê diparêze

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Hezîran 2025 - 00:46

ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / QAMIŞLO

Di nava zorî û zehmetiyan de gelek çîrokên balkêş tên jiyîn. Tevî koçberiyê û dîtina gelek êş û azaran jineke ciwan a Efrînî bi dengê xwe yê xweş mîrateya bajarê Efrînê nûjen dike û diparêze. Koçberî jê re nebûye asteng ku dest ji hunera xwe berde. Dijberî wê, hunera xwe diparêze û her dem hewl dide hunera welatê xwe bi pêş bixe. Siyan Nebo ya ji bajarê Efrîna dagirkirî ye, bi stranên dengbêjî yên Efrînê hunera bajarê xwe diparêze.

Siyan Nebo behsa çîroka koçberiya xwe ya piştî êrişên dewleta Tirk ji bajarê Efrînê ber bi Şehbayê ve kir û got: “Min zarokatiya xwe li Efrînê derbas kir. Zarokatiyeke pir xweş û xwedî xeyal bû. Dema ku 10 salî bûm, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê dest pê kirin, piştî berxwedana 58 rojan ji neçariyê em koçberî bajarê Şehbayê bûn. Li bajarê Şehbayê em 7 sal man. Di wan salan de me gelek zorî û zehmetî kişand, ji ber ku li ser Şehbayê jî gelek êrîş hebûn. Ji neçariyê careke din em koçber bûn, me berê xwe da kantona Cizîrê bajarê Qamişloyê.”

Koçberî bû sebeba xwe pêşxistinê 

Siyan Nebo der barê tevlibûna kar û xebatên hunerê de wiha got: “Dema ez hê li bajarê Efrînê bûm, di temenê 7 salî de tevlî xebatên çand û hunerê bûm, lê nizanibûm çand û huner çi ye tenê min digot dengê min xweş e gerek ez tevlî xebatên çand û hunerê bibim. Piştî ku em koçberî bajarê Şehbayê bûn min xwe di warê çand û hunerê de bêhtir bipêş xist. Ji bo ku em li hemberî êrîşên dewleta Tirk serî rakin,  me xebatên xwe yên hunerî bi pêş xistin. Ji ber ku xebatên hunerê jî sekneke mezin dixwaze li hemberî dijmin. Ji ber wê jî em bi hêz in em ê bêhtir hunera xwe bi pêş bixin.”

‘Şoreşa Rojava rêya jinan vekir’

Siyan Nebo diyar kir ku Şoreşa Rojava gelek derfetên kar ji jinan re afirandiye û piştgiriya hemû jinan kiriye ku xwe bi pêş bixin û wiha pê de çû: “Yên ku di destpêkê de piştgiriyê didin malbat û hevalên te ne, lê belê piştgiriya herî mezin Şoreşa Rojava bû ku bi pêşengiya jinan hat lidarxistin û gelek derfetên kar ji jinan re afrand û jin bûn xwedî îrade, dikaribûn maf û hunera xwe biparêzin. Ez jî yek ji wan jinan bûm, bi piştgiriya şoreşê min kar û xebatên hunerê kir û hunera xwe parast. Li Şehbayê gelek zehmetî hatin kişandin ji ber ku em negihîştibûn asta em bikaribin koman ava bikin û xebatên hunerê bi pêş bixin lê tevî wan zehmetiyan me kar û xebatên xwe berdewam dikir.”

‘Em ê hunera xwe biparêzin’

Siyan Nebo behsa armanca xwe ya ji kar û xebatên hunerê re kir û diyar kir ku di pêşerojê de dixwaze di warê hunerê de xwe bêhtir bi pêş bixe û bi nifşên nû hunerê bide naskirin. Siyan bang li ciwanan kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Min bi taybetî karê hunerî hilbijart ji ber ku min xwe di wir de dît. Armanca min bi hunerê ew e ku em mîrateyên bajarê xwe winda nekin û mayînde bikin. Di xebatên xwe yên çand û hunerê de ez beşdarî gelek mîhrîcan û şahiyan bûme û fêrî gîtar û tembûrê dibim. Dixwazim di pêşerojê de di aliyê hunerê de bêhtir xwe bi pêş bixim û hunerê bi nifşên pêşerojê bidim naskirin. Ez ji her ciwanî re dibêjim bila werin tevlî xebatên hunerê bibin û tiştek ji wan re nebe asteng. Bila gotinên civakê li wan bandorê çênekin em bi hev re bi deng û xebatên xwe hunera xwe biparêzin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.