Bi stranan rêûresmên koçberiyê vedijînin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 00:53

Di wextekî de ku modernîzmê bandorê li gelek civakan dike, gelek civak mîrateya xwe ya çandî winda dikin, koçerên li Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi israr in ku bi rêya stranbêjiya bi zimanê xwe yê Kurdî û awazên xwe yên taybet mîrate û nasnameya xwe ji windabûnê biparêzin. 

Di dîrokê de civaka koçer bi rêbazê jiyana xwe ya koçer a di navbera deşt û çiyayan de tê nasîn. Koçer ku debera xwe ya bingehîn jiyanê bi xwedîkirina sewalan dabîn dikin di bin konan de dijîn. Tevî veguherînên siyasî û sînorên çêkirî yên di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hatine çêkirin, lê şêniyên Koçeratê ku wekî eşîrên Kurd ên resen in nasnameya xwe ya çandî ya dewlemend parastine.

Li gel şêniyên Koçeratê stranbêjî yek ji stûnên girîng ên parastina mîrate û nasnameyê ye. Peyvên stranên wan ji jiyana wan a rojane hatine girtin û mijarên cihêreng ên wekî evînî, xerîbî, berxwedan, urf û adetên wan nîşan didin. Stranên koçeran ji gotinên wan ên xwecih herêmî têne çêkirin û pir caran stranan jî bêyî amûrên muzîkê dibêjin ku bala guhdaran dikişîne.

Şêniyê bi navê Nezîr Ciwêl (65) ji herêma Koçeratê ye diyar kir ku civaka koçeran ji jiyanê hez dike û ji bo parastina kevneşopiya xwe têkoşînê dike û wiha got: "Westandin ne xem e, em her timî bi deng û destên xwe rêbazên jiyanê diafirînin."

Her stranek çîrokek e

Nezîr Ciwêl der barê stranên koçerî de jî da zanîn ku taybetmendiya stranên koçeran ew e ku bi devkî têne veguhastin û di hafîzeya nifşan de tên parastin bêyî werin nîvisandin. Ciwêl got: "Her stranek çîrokekê vedibêje û wateyek kûr dide ku çand û mîrateya me ya kûr nîşan dide. Em di nav gelê Kurd de bi parastina mîrateya xwe de bi stranbêjî, cil û berg û adetan têne nasîn." Jin, mêr, zarok û ciwan ên koçerî bi hev re stranan dibêjin, ev yek jî wekî amûra civakî ya parastina nasnameya koçeran tê dîtin.

Bi armanca parastina kevneşopiya herêma Koçeratê, Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê di sala 2019’an de li gundê Siwêdiyê yê koçeratê şaxê Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê vekir. Li vê navendê gelek komên hunerî û çandî hene ku stran, dîlan, cil û bergên koçeran diparêzin.

Nezîr Ciwêr got: "Stranbêjî nasnameya me ye û dengê erdê me yê ku qut nebûye, şert û merc çi dibêje bila bibe em ê stranbêjiyê berdewam bikin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.