Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Kanûn 2025 - 00:26

  • Belgefîlmê Hemo yê ku keça xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de winda kiriye û di fîlmê Kobanê de rola emîrê DAIŞ'ê lîstiye, hat kişandin. Derhênera belgefîlmê Dîcle Arjîn e ku di fîlmê Kobanê de rola Zehra Penaberê lîstibû û di fîlmê de Hemo dikuje.

5’emîn Mihrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ku di navbera 13-20’ê Mijdarê de ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hat lidarxistin, bi belgefîlmeke ku ji her alî ve balê dikişîne bi dawî bû. Belgefîlm, li gorî temaya “çîrokên hevpar” a mihrîcanê bû. Bavekî ku keça xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de winda kiriye, di heman demê de di fîlmê Kobanê de ku behsa berxwedana dîrokî ya li hemberî DAIŞ'ê dike, rola emîrê DAIŞ'ê lîstiye. Derhênera belgefîlmê jî fermandara YPJ'ê ye ku di fîlmê berxwedana Kobanê de emîrê DAIŞ'ê dikuje. Anku di jiyana rast de du hevrê, di fîlm de du dijmin in.

Zarokên wî di têkoşîna şoreşê de ne

Navê belgefîlmê Hemo ye. Navê xwe ji karakterê sereke yê belgefîlmê Hemo Elî Şukrî digire. Hemo şêniyê gundê Ziravik ê girêdayî Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bavê 8 zarokan e. Keça wî Hulya Elî Şukrî (Awaz Ferman) di sala 2017'an de di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de şehîd bûye. 4 zarokên wî hîn jî bi awayekî çalak di nava Şoreşa Rojava de cih digirin, zarokên wî yên din jî an dixwînin an jî bi karên malê re eleqedar dibin. Hemo bi aşê xwe yê genim ê li gund debara xwe dike. Di heman demê de çend ajalên wî hene û li wan dinêre. Çîroka naskirina Hemo û kedkarên Komuna Fîlman a Rojava jî balkêş e. Kedkarên komunê di rêwîtiyekê de rastî ajokarekî motorê tên û ew kes wan dibe aşê Hemo. Naskirin wiha dest pê dike; kedkarên komunê ji Hemo û 3 birayên wî dixwazin ku di fîlmê Kobanê de bilîzin. Hemo, guh nade nerazîbûnên "Tu bavê şehîdî, çawa rola emîrê DAIŞ'ê dilîzî?" û daxwazê qebûl dike. Derhêneriya belgefîlmê ku rastî eleqeyeke mezin hat, Dîcle Arjîn a ku di fîlmê Kobanê de bi Hemo re di rola sereke de bû, kir. Dîcle Arjîn di fîlmê Kobanê de rola fermandara efsanewî ya YPJ'ê Zehra Penaber dilîze. Di heman demê de ew kes e ku di fîlmê de emîrê DAIŞ'ê, ango Hemo dikuje. Dîcle Arjîn, li aliyekî hewl daye heqê rola Zehra Penaber bide, li aliyê din jî kameraya xwe zivirandiye ser Hemo. Çîroka Hemo yê ku di fîlmê de "dijminê" wê ye qeyd kiriye.

Sînema moralê dide mirovan 

Hemo qala serpêhatiya fîlmê Kobanê kir û got:"Heval hatin cem min û gotin, 'em ê li ser berxwedana Kobanê fîlmekî bikişînin, tu dikarî bi me re bixebitî?' Min jî got 'temam'. Bi vî awayî min sînema nas kir. Min di 2 fîlman (Hemo û Kobanê) de cih girt. Şoreşek çêbûye û divê tu jî xwe wekî şoreşger bibînî. Ji ber vê yekê min ev rol lîst. Rast e min rola emîrê DAIŞ'ê lîst lê di encamê de vî fîlmî behsa berxwedanê dikir. Ev şoreşa hemû Kurdan bû. Ji ber vê yekê min got ez ê bilîzim. Mirov dipirsin 'tu bavê şehîd î, çawa rola emîrê DAIŞ'ê dilîzî?' Lê min jî bersiv dida û digot, 'fîlm der heqê şoreşê de ye, çawa nelîzim'. Dema karê malê hebe bi karê malê re eleqedar dibim, lê dema karê sînemayê hebe hemû karên malê didim aliyekî û bi karên şoreşê re eleqedar dibim. Ji ber ku malê dinyayê ne girîng e. Karê malê naqede. Ji ber vê yekê em hatin sînemayê. Dema şoreş hebe em neçarin karên malê li pey xwe bihêlin. Sînema tiştekî wisa ye ku pir moral dide. Min gelek moral wergirt. Berê em her tim hatin çewisandin. Lê niha em azad in, azadiya xwe bi dest dixin. Em ê hîn bêhtir azad bibin. Em dixwazin sînemayê bi pêş bixin. Di pêvajoya pêş de dixwazim derhêneriyê jî bikim. Yek du tişt di serê min de hene. Di pêşerojê de em ê karên baştir bikin."

Lîstikvanên me ji nava gel in 

Dîcle Arjîn behsa pêvajoya tevlibûna Hemo ya li fîlmê Kobanê kir û got:"Ji bo rola DAIŞ'ê em li lîstikvanan digeriyan. Me hevalek li ser motorê dît. Dema em bi erebeyê diçûn me da dû. Me da sekinandin. Me behsa fîlm kir. Dema me rewş jê re vegot, got ew dikare bibe alîkar. Me Hemo li wir dît. Me birayên wî jî li wir dîtin. Me arşîvên wan wergirtin. Me amadekariyên fîlm ji wan re parve kir. Bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin, gotin ew ê hemû karên xwe bidin sekinandin û di xebatan de cih bigirin." Dîcle Arjînê destnîşan kir ku fîlma Kobanê fîlma yekem bû ku Hemo tê de lîstiye û ev tişt got: "Min pir meraq dikir; gelo Hemo dê vê pêvajoyê çawa derbas bike, dê çawa pêş bikeve. Hemo li gund li ajalan dinêrî, li aş dixebitî. Min xwest ez hûrbûna wî, nakokiyên wî bişopînim. Min wiha biryar da ku fîlmê wî çêkim. Gelek kesên ku di fîlmê Kobanê de lîstin êşên şer jiyabûn. Dema me fîlmên şer dida temaşekirin pir bandor dibûn. Hemo jî yek ji wan bû." Dîcle Arjîn da zanîn ku ew ji bo demên pêş amadekariya karên profesyoneltir dikin û got:’’Li derve (pêvajoyên çêkirina fîlman ên li bajarên cuda) wekî şîrketan dixebitin, ji derve lîstikvanan tînin. Lê li cem me ne wisa ye. Em kolektîf dixebitin. Manewiyatek heye. Kesekî wekî Hemo ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, dizanibû çima ev fîlm tê kişandin û hay jê hebû. Hemo nîşan da ku ger perwerde hebe wê serkeftineke mezin bê bidestxistin. Ji niha û pê ve jî em ê xebatên xwe di nava gel de bimeşînin."

MA/AZAD ALTAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.