
- Hevserokê Kombenda Efrînê ya Civakî, Îbrahîm Haftaro, dibêje ku heta niha bi giştî 8 hezar û 720 malbat vegeriyane Efrînê. Îbrahîm Haftaro diyar kir ku endamên nêzîkî hezar û 200 malbatan di hêzên leşkerî de erk digirin, herwiha hin malbatên ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hîn nekarîne vegerin jî hene û dema şert û mercên wan çêbibin ew jî dikarin li gorî xwesteka xwe vegerin Efrînê.
ERKAN GULBAHÇE-NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî dagirkirina Efrînê ya di sala 2018’an de, bi sed hezaran Efrînî neçar man ji bajar û gundên xwe derkevin û bi salan li Şehba, Helebê, kampan û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bijîn. Piştî ku HTŞ‘ê Şehbayê kontrol kir, pêlek nû ya koçberiyê dest pê kir ber bi Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve. Lê di mehên dawî de, tevî hemû zehmetiyan, vegera Efrîniyan ji bo welatê xwe bi awayekî berbiçav zêde bû û karwanê dawî jî gihîşt Efrînê.
Her çend vegera malbatan bi awayekî mezin pêk hatibe jî, pirsgirêkên girêdayî xanî, zevî, baxçeyên zeytûnan û milkên din hîn jî bi tevahî nehatiye çareserkirin. Xelkê gundên Baslê, Cilbirê, Şêxurze, Çiyê û Dêrvîş jî salan e nikarin vegerin malên xwe, ji ber ku ev gund wek herêmên leşkerî tên bikaranîn. Em li ser rewşa niha ya koçberên Efrînê, pêvajoya vegerê û hêvî û daxwazên gel bi Îbrahîm Haftaro re axivî.
Li gorî hejmarên di dest we de ne, piştî dagirkirina 2018’an heta roja îro çend malbat û çend kes vegeriyane cîh û warên xwe?
Piştî ku HTŞ‘ê Şehba dagir kir, nêzîkî 150 hezar kes neçar man ku ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve koç bikin. Di wê demê de hin malbat rasterast vegeriyan Efrînê, hin jî li Helebê an herêmên din bicîh bûn.
Li herêma Cizîrê nêzîkî 9 hezar malbatên Efrînî hebûn. Piraniya van malbatan vegeriyane Efrînê. Bi gihîştina karwanê heştemîn ê ku nêzîkî hezar û 700 malbatan pêk dihat, heta niha bi giştî 8 hezar û 720 malbat vegeriyane cîh û warên xwe.
Kesên ku li cihê niha lê dijîn mane û naxwazin vegerin malên xwe em wek koçber binav nakin. Em tenê kesên ku dixwazin vegerin ser mal û milkê xwe wek koçber dihesibînin. Ji ber vê yekê dikare bê gotin ku piraniya wan kesan ku niyeta vegerê hebû, niha vegeriyane cîhên xwe. Malbatên mayî jî dema şert û mercên wan çêbibin dikarin vegerin Efrînê.
Îro hîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Efrînê, derbarê Helebiyên ku dijîn de tomareke rojane di destê we de heye? Derbarê malbatên ku venegeriyane Helebê an hîn nekarîne vegerin hûn çi dikarin bêjin?
Piştî şerê ku li derdora Helebê pêk hat, deh hezaran kes di demeke kurt de vegeriyan Efrînê. Hin li navenda bajêr, hin jî li gundan bicih bûn. Lê rastî ev e ku niha tomarkirineke berfireh li ser hemû wan kesan di dest me de tune ye. Nayê zanîn ka çend kes vegeriyane Helebê û çend kes li Efrînê mane. Ji ber vê yekê ne hêsan e ku mirov bi hejmarek rast bêje niha çend kes li benda vegerê ne. Herwiha, dema dorpêçkirina Tîlfecirê de jî nêzîkî hezar malbat neçar man ber bi herêma Cizîrê ve koç bikin. Vê jî rewşa hejmartinê hîn dijwartir kiriye.
Veger herî zêde li kîjan herêm û gundan pêk tê? Li kîjan cihan hîn jî astengî hene?
Efrîn ji navend, Cindirês, Raco, Şêrewa, Mabeta, Şiyê û Bilbilê pêk tê. Veger niha li hemû van herêman dest pê kiriye û li hin cihan veger bi awayekî mezin temam bûye. Lê hîn jî xelkê pênc gundan nikare vegere malên xwe. Gundên Baslê, Cilbirê, Şêxurze, Çiyê û Dêrvîş ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve wek herêmên leşkerî têne bikaranîn. Ji ber vê yekê rê li ber vegera sivîlan girtiye. Li navenda Efrînê û taybetî li Cindirêsê jî gelek pirsgirêk hene. Hîn jî hin malbatên ku ji Deir ez-Zor, Reqayê û herêmên din hatine, li nav xanîyên Kurdan dijîn û malên wan vala nekirine.
Her çend Peymana 29’ê Çileyê mafê vegera hemû kesan nas bike jî, li ser erdê gelek astengî hîn jî berdewam in. Gelek kes piştî salan koçberiyê vegeriyane, lê nikarin bikevin malên xwe. Hin kes li nêzîkî mala xwe dijîn û li benda vegerandina milkên xwe ne. Pirsgirêkeke din jî ew e ku hin kesên ku malên koçberan dagirtine, ji xwediyên mal û milkan bi hezaran dolar dixwazin da ku xanî vala bikin û milkên wan vegerînin. Ev yek îro bûye yek ji girîngtirîn astengiyên li pêşiya vegerê.
Niha rewşa xanî, zevî, baxçe û dikanan çawa ye? Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çi tê kirin?
Bi rastî nikarim bêjim çend xanî, zevî, baxçe an jî dikan hîn di destê kesên din de ne. Sedema sereke ew e ku gelek kes ji gilîkirnê ditirsin û bi serê xwe dernakevin pêş. Li gorî peymanên heyî, her kes mafê xwe heye ku vegere mala xwe. Kesên ku bi pirsgirêkên milk û malan re rû bi rû dimînin, pêşî serî li rêveberiya Efrînê û dadgehan didin. Heke encam negirin, em wek Kombenda Efrîn a Civakî têkevin nav pêvajoyê.
Em hemû dosyeyan berhev dikin û wan dişînin komîteya hevpar a ku di navbera Rêveberiya Demkî ya Şamê û Rêveberiya Xweser de hatiye avakirin. Herwiha, dosyeyên wan kesan jî ku ji bo valakirina malan pere dixwazin, radestî vê komîteyê dikin. Lê di vê mijarê de pirsgirêkek din jî heye. Nêzî %95 hêzên ewlehiyê yên li Efrînê ne ji xelkê herêmê ne. Ji ber vê yekê gelek kes ditirsin ku dengê xwe bilind bikin. Ew fikar dikin ku dibe ku piştî gilîkirinê bi pirsgirêkên din re rû bi rû bimînin. Lê em hemû gilîyan tomar dikin û hewl didin ku wan bi rêyên qanûnî bişopînin.
Îro ewlehiya gel li Efrînê ji aliyê kê ve tê peydakirin?
Li ser kaxezê, rêveberiya Efrînê, hin saziyên herêmî û hêzên ewlehiyê yên girêdayî Rêveberiya Demkî ya Şamê berpirsiyar xuya dikin. Lê dema mirov li rewşa li ser erdê dinêre, dibîne ku bandora Tirkiyeyê hîn jî bi awayekî berbiçav berdewam e. Ji Efrînê heta Minbicê, di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de şop û bandora Tirkiyeyê tê dîtin. Li bazaran lîreyê Tirkiyeyê tê bikaranîn, li gelek saziyan nivîsên tirkî hene û li gelek deveran wêneyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hîn jî têne dîtin.
Li Çiyayê Gur, ku ji nîşaneyên navdar ên Efrînê ye, ala mezin a Tirkiyeyê hîn jî li cihê xwe ye. Li gund û deverên ku leşkerên Tirkiyeyê lê bicih in jî alayên Tirkiyeyê bi gelemperî têne dîtin. Hemû van nîşan didin ku tevî guherînên siyasî yên salên dawî, bandora Tirkiyeyê li herêmê hîn bi awayekî xurt dom dike.
Pêvajoya vegera Efrîniyan niha di kîjan qonaxê de ye? Veger çawa hat rêxistin û malbat piştî gihîştina Efrînê bi çi rewşê re rû bi rû man?
Heta niha şeş karwan ji herêma Cizîrê û karwanek ji Kobanê gihîştibû Efrînê. Di dawiyê de jî karwanê heştemîn ku nêzîkî hezar û 700 malbatan pêk dianî gihîşt Efrînê. Bi vî awayî, heta niha bi giştî 8 hezar û 720 malbat vegeriyane Efrîn û derdora wê. Ji bo ewlehiya rê û peydakirina pêdiviyên bingehîn yên vegeriyan, komîteyeke hevpar dixebite. Dûv re jî hin saziyên herêmî hewl didin ku li gorî şert û mercan alîkariya malbatan bikin.
Karwanê yekem bi coş û kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin. Gelê Efrînê bi zilxit, govend û sembolên Kurdî pêşwaziya vegeriyan kir. Lê piştî wê, şert û sînorkirinên nû hatin danîn û karwanên paşê ne bi heman awayî gihîştin herêmê. Ji bo ku hemû karwan bi hev re negihêjin Efrînê û bi coş neyên pêşwazîkirin, gava pêşiya karwanê gihîşt Efrînê dawiya karwanê hîn li ser rêya Cizîrê bû.
Lê ji hemû pirsgirêkan mezintir, mijara milk û xanîyan e. Gelek malbat hîn jî nikarin vegerin malên xwe. Hin di şert û mercên demkî de dijîn, hin jî li benda çareserkirina dosyeyên milkê ne. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, gelek kes nikarin jiyaneke aram û domdar ava bikin.
Piştî dagirkirinê li Efrînê çi guherînên demografîk pêk hatin?
Dagirkirina Efrînê bi guherînên mezin ên demografîk bi xwe re anî. Beşeke mezin a gelê herêmê, ku piraniya wan Kurd bûn, neçar man koç bikin. Di dema ku wan herêmê terikandin, malbatên ji deverên cuda yên Sûriyeyê hatin anîn û di malên wan de bicihkirin.
Demekê rêjeya Kurdan di herêmê de heta 20 an 25 ji sedî daketibû. Ev yek ji aliyê gelek saziyên herêmî û mirovahî ve jî hatibû qeydkirin. Lê bi destpêkirina pêvajoya vegerê, tablo careke din guherî. Bi vegera hezaran malbatan re, rêjeya Kurdan dîsa bilind bûye.
Li gorî tespîtên me, îro rêjeya Kurdan nêzîkî 90 ji sedî bûye. Di demên pêş de jî bi vegera endamên malbatên ku di hêzên leşkerî de ne, yên ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarîne vegerin û hin Efrîniyên ku li bajarên din bicih bûne, tê payîn ku ev rêje hîn zêdetir bibe.
Helbet her kes venagere. Hin malbat li Ewropayê, Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê an jî li herêmên din ên Sûriyeyê bicih bûne û dibe ku venegerin. Lê her kes mafê xwe heye ku li cihê ku dixwaze bijî. Tişta girîng ew e ku kes nikare milk û xanîyên yên din bikar bîne.
Li Efrînê perwerdehiya bi zimanê Kurdî heye an na?
Nêzikî heşt sal in ku li herêma ji Efrînê heta Cerablûsê, perwerdehî bi erebî û tirkî tê dayîn. Her çend di salên dawî de erebî bêtir derketibe pêş, Kurdî hîn jî wek zimanê fermî yê perwerdehiyê nayê bikaranîn.
Ji bo ku zarok zimanê dayikê ji bîr nekin, hin saziyan qursên hînkirin û çalakiyên taybet ên Kurdî vekirine. Lê ev gav nikarin cihê perwerdehiya fermî bigirin. Li herêmeke ku piraniya nişteciyan Kurd e, daxwaza qebûlkirina Kurdî wek zimanê fermî yê perwerdehiyê hîn jî yek ji daxwazên bingehîn ên gel e.
Vegera Şêxmeqsûd û Eşrefiyê niha li kîjan astê ye?
Piştî êrîşên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin, gelek malbat neçar man ku ji wan herêman derkevin û werin Efrînê. Paşê beşek ji wan vegeriyane, lê gelek kes hîn jî li Efrînê dijîn. Yek ji sedemên sereke ew e ku gelek kes hîn jî xwe di warê ewlehiyê de aram hîs nakin. Taybetî yên ku berê di Asayîşê, saziyên fermî an saziyên rêveberiyê de kar dikirin, hîn jî bi fikarên ciddî yên ewlehiyê re rû bi rû ne.
Di heman demê de, pirsgirêkên aborî jî bandoreke mezin li biryarên wan dikin. Gelek kes dixwazin vegerin, lê dema ku li wir kar, dahat û şertên jiyanê nabînin, veger ji bo wan hêsan nabe. Ji ber vê yekê, her çend li ser kaxezê astengiyek mezin tune be jî, şert û mercên heyî hîn ne gihîştine asta ku vegerek bi ewlehî û domdar peyda bikin.
Ji bo vegerek bi rûmet û domdar çi divê were kirin?
Berî şer, Rojava yek ji navendên girîng ên çandiniyê, bazirganî û hilberandinê bû. Lê salên şer û ne aramiyê gelek zirar dan vê bingehê. Ger em bixwazin ku veger domdar be, divê jiyana aborî careke din were jiyandin. Vekirina rêyên bazirganî, çalakbûna bazaran û afirandina derfetên karê ji şertên bingehîn in.
Dema ku şertên jiyanê baştir bibin, hem koç kêm dibe hem jî kesên ku vegeriyane dikarin bi dilxweşî li welatê xwe bimînin û jiyana xwe ji nû ve ava bikin.
Ji ber şerê ku nêzîkî 15 salan dom kiriye, hilberandin bi awayekî mezin rawestiye. Îro ne tenê Rojava, lê hemû Sûriye di nav tengasiyeke aborî ya giran de ye. Ji ber vê yekê ne tenê vegera kesan ji bo malên xwe girîng e, lê herwiha divê şert û mercên ku ew dikarin piştî vegerê jiyana xwe pê bidomînin jî werin afirandin.
Tê gotin ku pêvajoya vegera Efrîniyan bi mezinahî temam bûye. Di dawiyê de çi dixwazin bêjin?
Di dawiyê de dixwazim bêjim ku mafê vegera mala xwe mafekî bingehîn e. Efrîn salan bi koçberî, şer û êşan re rû bi rû ma. Niha dem hatiye ku hem yên ku li herêmê man hem jî yên ku vegeriyane, bi hev re dest bi avakirina nû ya Efrînê bikin.
Efrînî gelêkî kedkar, hilberîner û bi axa xwe ve girêdayî ne. Em bawer in ku bi yekîtî, hevkariyê û xebata hevpar, Efrîn dikare careke din serê xwe bilind bike û cihê xwe yê rast di nava Sûriyeyê de bigire.







