Taybetmendiyên mîtolojiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Tebax 2026 - 17:00

  • Mîtolojî herî kêm qasê dîroka mirovahiyê dirêj e. Dema ku mirov xwest di derbarê hawirdora xwe de bibe xwedî agahiyan mîtolojî jî peyda bû, fikirîn û şîrovekirin vegotin bi xwe re anî. Bawerî û raman di mîtolojiyê de hatine sembolîzekirin an jî qayîmkirin. Di mîtolojiyê de taybetiya girîng awartebûn û derasayîbûn e, lehengên efsaneyan ji rêzê nînin.

 

Di mîtolojiyan de leheng li gor bawerî û rîtuelan tevdigerin. Mît an jî çîrok li gor rewşa civakî an jî beşerî şêwe digire her wiha bi hêzên xwezayî û bi bertekên mirovan yên psîkolojîk re jî eleqedar in. Hema hema di mîtolojiya hemû çandan de hêmanên wek asîman, çiya, tav, stêrk, av, dar, serzemîn cih digirin. Hêmanên xwezayî yên ku bi awayekî derasayî tên teswîrkirin, her wiha têkiliyên xwedayan di navbera hev de û bi mirovan re jî di avabûna mîtolojiyan de girîng e.

Mît heta demên mirovahiyê yên ewil diçe herwiha heta xewnên çîrokbêjên wê serdemê jî diçe. Ev çîrokbêjên ewil piştî wextekî wek şair û fîlozof hatin binavkirin. Vegotinên qehremanî/lehengî wek ruh û canê mîtolojiyê tê qebûlkirin. Carna ku miletekî rastê xetereyeke kolektîv hat an jî xwest xwe ji vê biparêze wek hişmendiya qewmî/netewî hinek kesên civakê berê xwe didin mîtolojiya kûr û ji wir mînakên lehengiyê dibijêrin û bi vê yekê dixwazin her tim hiş û mêjûyê miletê xwe zindî bigirin. Mîtolojiya her çandê di derbarê gerdûn, afirandin, mirov, xwedayan de ye, herwiha mirin û piştî mirinê jî bo xwe wek mijar hildibijêrin. Hinek milet lehengên mîtolojîk yan jî efsanewî ji bo xwe wek rêber dibijêrin. Di mîtolojiya zerdûştî de wusa tê vegotin ku mirov ji çêreyekî bi navê “rîvas” derketiye, di mîtolojiya Yewnanî de jî lehengê bi navê Prometheus elementê agirê ji asîman didize û tîne serzemînê û ji ber vê gunehê xwe ji aliyê Zeus ve tê cezakirin, bi zinaran ve tê zincîrkirin û di dawiyê de qijik cîgera wî dixwin.

Di mîtolojiyan de ayineyên mirovan cihekî mezin digrin. Ji ber vê yekê hinek taybetî, bawerî û ayînên dînî dikevin nav mîtolojiyê. Mîtolojî bi awayê gelemperî ji diyardeyên razber pêk tên, di mîtolojiyê de du motîf hene yek ê tirsê ya din jî ê hezkirinê ye. Însan li gor qabiliyet an afirîneriya xwe  dikare xeyalên bêsînor ava bike. Mînak, di mîtolojiya yewnanî de bedewbûyina jinê û hezkirina wê bi awayekî mubalexe hatiye teswîrkirin û ev yek xwe bi sembolekê daye der. Navê vê sembolê Aphrodite/afrodit e. Di rastiyê de yêzdaneke weha tune belam mirov bi mubalexekirina xwe li gor sembolan çîrok û efsane diafirîne, yanê ku xeyalê mirov serbest ma bê ser û ber hereket kir, heta asta yêzdaniyê xeyal çêdibe. Mîtolojî di dîn û baweriyên kevnar de bi awayekî xurt dixuyê. Sedemê vê yekê jî ew e ku di çavkaniya wan dînên kevnar û mîtolojiyê de diyardeyên kozmîk hene. Hevpariya mît û dînê ew e ku herdu jî xeyalî û sembolîk in.

Mît amûrên dînê ne, dîn carna ji bo ku hinek wezîfeyan pêk bîne serî li mîtan didin. Ji mîtolojiyê derbasbûna ber bi çîrokan ve bi saya niştecihbûnê mimkun bûye. Saziyên dewletê ên herî pêş di vir de roleke girîng lîstine. Hikumdarên dewletan wan taybetiyên mîtolojîk yên xwedayî hildane ser xwe. Li gor Meletinskiy mît an jî mîtolojî bi van rêyan bi ser çîrokan ve wergeriyan:  Kêmbûn an jî ji holêrabûna ayînan, baweriya bi taybetiyên dînî û mîtolojiyê de qelsbûn, tevlêhevkirina lehengên mîtolojîk bi lehengên ji rêzê ve.

Cudahiya di navbera mît û efsane an çîrokan de ew e ku mîtolojî her wext di derbarê jiyan û heqîqetê de lêgerînekê dike lê çîrok ji bo xweşbihorandina demê tê sazkirin. Mît bi van awayan tesîrê li çîrokan dike: motîfên mîtan yên arkaîk bi motîfên dewra nûjen re tevlêhev dibin û ev yek dibe sedem ku lehengên fantastîk derkevin holê. Yek ji cudatiyên herî giring jî ew e ku di destpêka çîrokan de formên destpêkirinê hene: “hebû tunebû, ji wextan wextekî, wextekî, rojekê û hew.” Ew awayê destpêkê ê guhdarvan ji bo cîhanek efsûnî amade dike. Yanê vebêjer dibêje tişta ku tu niha dê guhdar bikî xeyalî ye, ha jixwe hebe. Di dawiya çîrokê de jî formê qedandinê dixuyê ev yek jî ê guhdarvan piştî wan bûyerên efsûnî dîsa vedigerîne dinyaya rastî. Ev taybetî ê mît û çîrokan ji hev vediqetîne. Lehengên mîtolojîk her wext ji bo şer amade ne lê carna ew jî dikevin tegasiyê di wan wextan de yan xweda tê alîkariya wan yan jî ew bixwe di wesfê xwedayan de ne. Lê di çîrokan de ji xwedayan lehengên qelstir dixuyên ê lehengên çîrokan exleb hêzê wan ê bi sihêr hene.

Lehengên mîtolojîk major in û yên çîrokan jî mînor in. Di mîtan de exleb di encama şer de xweza, malbat, qewm tên bidestxistin lê di çîrokan de jî jin hesp, xwarin û alavên bi sihêr. Lehengên çîrokan lawê padişahan in lê yên mîtan xwedayî ne. Di çîrokan de peyama dawî her tim di derbarê exlaq û nirxan de ye û îbret heye. Ji ber vê yekê taybetiyek çîrokan ê etnolojîk tuneye lê mît xwedî taybetiyên etnolojîk in, her tim dixwaze xweza û afirandinê rave bike. Mît di derbarê ewilîn de agahî dide. Di mîtan de ûnsûra gerdûn, cîhan xwezaya dir/hov serdest e lê di çîrokan de civak û beşeriyat girîng e.

Cureyên mîtolojîyê ji aliyê teorîsyenan ve exleb bi pênc şaxan tên terîfkirin:

1- Mîtên Teogonî: Ev cure mîtolojî exleb di ferhenga wan miletên ku zû bi zû ji wextên mîtolojîk dûr dikevin û li ser wextên tarîxî ve tên dixuyê. Di van de behsa xwedayan tê kirin. Mînaka vê cureyê berhema bi navê Theogonî ye ku Hesiodos di beriya mîlatê di sedsala heştemîn de dinivîse. Di vê berhemê de behsa hemû yêzdanan û karên wan dike.

2- Mîtên Etîolojîk: Ev cure mît di derbarê rih û binyada qewman de xwedî sembolan e. Ev cure di nava miletên ku bi mîtolojiyê re di nav hev de ne û hêj neketine ser xêza tarîxê dixuyê.

3- Mîtên Eskatolojîk: Bi xêza tarîxî re mirov li dawiya dinyayê jî fikirîn. Xisusen ew dînên yek yêzdanî di nav xwe de fikra qiyamet û dinyaya din anîne. Tirsên mirovan yên di derbarê mirin û dinyaya din vê cureya mîtolojiyê afirandiye. Di nav qewmên arkaîk de ev cure tuneye lê di cihê vê de cureyekî din ya nêzê qiyametê heye ew jî efsaneya tofanê ye. Teorîsyen balê dikşînin ser ku tofan di vegotina hemû miletan de heye. Li gor hinekan di çanda Misrê de ev yek normal e lewra çemê Nîl di ser ve diçe û wek nîşaneyên tofanê tê şîrovekirin; gelo di miletên çolî de çima ev mît heye? Li gor van ew jî bi rêya danûstandinên curbecur derketiye holê.

4- Mîtên Totem: Ev cure qewmê mirovan an jî mirovahiyê digihêjîne çêre, nebat, heywan û heyberên mîstîk. Ev yek exleb di qewmên kevnare yên herî ewil de heye. Ku ev qewm aboriya bi çandinî û nêçirvaniyê îdame dikin.

Mîtên lehengî/qehremanî: Ev cureyê mîtê jî di derbarê kesayetên ku ji miletekî re bûne rêber bi taybetiyên derasayî teswîr dike.

Di mitolojiyê de dem

Di mîtolojiyê de diyardeya wextê ezelî tune, demên kevnar heye. Vegotin her çendî kevn be jî ezelî nîn e. Mesela di Şahnameyê de wext û bûyer gelek kevnar têne nîşandan. Ev wext heta wextê afirandinê diçe û wek însan û hikumdarê ewil Keyûmers tê xuyan lê ev ezelî nîne. Bêguman ev yek li gor berjewendiya miletê Îraniyan hatiye sazkirin. Du têgeh hene, yek mîtolojî yek jî hamase. Mîtolojî behsa ezelî dike, hamase behsa wextekî kevin dike.

Di mîtolojiyê de cih

Di vegotina mîtolojîk de cih asîmanî ye û ji asîmanê ber bi erdê ve ye. Lê di mîtolojiyan de mecbûrîyetek cîhê tune, mîtolojî ji cih û wext cuda tên afirandin, lê ev yek taybetiyeke gelemperî nîne lewra di Gilgamêş de navê cihên çiyayê Zagros derbas dibin. Di mitolojiyan de taybetiyên cihan diguherin. Mesela çiyayekî an jî çolekê ku di mîtolojiya miletekî de derbas dibe pêkan e ku di vegotineke din de bi awayekî din derbas bibe.

ÇAVKANÎ : CÎHAN KAYNAR / ÇANDNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.