
- Kêzxatûna şêrîn hez dike ku bi mal û baxçeyê xwe re mijûl bibe. Her roj pêşiya mala xwe dadimale. Wexta ku karê xwe diqedand, ji bo zivistanê şîvê çêke ji xwe re diçû fêkî dikirî.
Kêzxatûna Şêrîn tucarî betal nikane bisekine, ew her gav mala xwe paqij dike. Cilên xwe dişo û dadiliqîne ku li ber tavê ziwa bibin. Kêzxatûna Şêrîn ji alîkariyê pir hez dikir. Rojekê, dema ku di rê de diçû, rastî moriyekî ku xwarinekê mezin rakiribû hat.
Kêzxatûna Şêrîn piştî ku karê xwe qedand çû bazara kêzikan. Li wir fêkiyên teze û xweş hebûn. Wê hinek fêkî kirîn. Dema Kêzxatûna Şêrîn ne li malê bû, du kêzikên şaqiz bê destûr ketin baxçeyê wê. Wan bê hişî strana: "Em li baxçeyê xweşik, bi her tiştî dilîzin." digotin.
Kêzxatûna Şêrîn vegeriya malê. Gava dît ku du kêzikên şaqizî kulîlkên wê dixwin, pir hêrs bû. Rahişt destika sipirgê û şope kêzikên şaqizî
da. Kêzikan gotin: "Divê tu wisa bi me nexeyîdî Kêzxatûnê! Me tenê xwest em hinekî kêfxweş bibin. Li me bibore!" û dest bi revê kirin.
Kêzxatûna Şêrîn kêzikên şaqizî ên ku ketine nav baxçeyê wê efû kirin. Ji ber ku wan xeletiya xwe fêm kirin û lêborîn jê xwestin.
ÇANDNAME







