
Sineta jinan ji berê ve, bi hinceta kontrolkirina daxwaza têkiliyên zayendî û parastina paqijiya exlaqî hatibû rewakirin. Kuştina jinan ji aliyê zîhniyeta paşverû ya mêrê serdest ve di jinan de tirsek mezin ava kiribû, ev tirs jin neçarî pêkanîna sinetê kiribûn. Jinan hewl dane bi sinetkirina zarokên keç û nifşên pêşerojê, ji kuştinê rizgar bibin. Ji derveyî sineta jinan derket holê ku di awayê pêkanîna vê de, li ser jinan bi awayên cûda serweriya mêr hebû. Ji sala 2010’an heta niha, Neteweyên Yekbûyî, di encama xizmeta tenduristiyê de, her cûre pêkanîna sineta jinan qedexe kiribûn. Lê belê tevî vê, îro li hinek welat û herêman ev sûc li dijî jinan û zarokan didome. Hemşîreya Pîrîk Xanzad Mihemed Emîn têkildarî sinetkirina jinan axivî. Xanzad Mihemed Emîn diyar kir ku bi rêya jêkirina lebetek a jinê terora mêbûnê ye û got:“Sineta jinan, jêkirina beşek ji endamên bedenê jinan, qirkirinek din a jinan bi rêya feraseta mêrê serwere. Li Rojhilata Navîn ji berê heta niha ev heye. Lê belê li gorî agahiyan niha kêmtir bûye. Li herêmên dûr û derveyî bajarên herêma Kurdistanê heta niha jî sineta jinan heye. Heta niha kesê ji ber sinetê serdana cihê me nekirine.”
Dibe sedema pirsgirêkên civakî
Xanzad Mihemed Emîn da zanîn ku sineta jinan bandora derûnî û fîzîkî li ser jinan dike û got:“Zarokên keçik di navbera temenê yek mehî û hetanî pênc salî de sunet dikin. Li gel sinetkirinê tenduristiya hinek zarokan têk diçe, heta hinek zarok ji ber êş û zêdeçûna xwînê jiyana xwe ji dest didin. Ew zarok dema mezin jî dibin, di wana de bandorên neyînî yên derûnî peyda dibin. Ew jinên ku hatine sinetkirine di dema anîna zarokan de pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Di dema zewacê de rastî pirsgirêkên civakî tên. Rêgiriyê li anîna zarokek bi tendurist digre. Ne tenê pirsgirêkek tenduristiyêye, dibe sedema pirsgirêkên civakî jî. Ji ber sedemê sinetê, gelek jin neçarî hevberana, hevjînê xwe jî dibin. Dema jinek rû bi rûyî şerê di nava welatan de dibin ji aliyê dagirkeran ve rastî tundiyê tên. Tevahî endamên lebetên mêbûnê dihatin jêkirin. Bi rêya rêxistinên li bajarê Hewlêr ew jinên bi rêya sinetkirinê û tundiya şer endamên lebetên xwe yên mêbûnê windakirine, li derveyî welat tên emeliyatkirin. Ez diwê hêviyê deme qet kesek ê civakê bi rêya sinetê rastî tundiya derûnî û fîzîkî neyê.”
NÛJINHA/HÊLÎN EHMED















