Divê rihê neteweyî mayînde bibe 

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 6 Sibat 2026 - 03:15

  • Li her çar aliyên Kurdistanê û cihanê bi milyonan Kurd û dostên Kurdan bi rojan e bênavber piştgirî didin Rojava. Gelê Kurd yekitiya Kurdan û hişmendiya neteweyî bi awayekî zelal raber kir. Nivîskar Kahir Bateyî û  Faysal Yacan di derheqê mijarê de axivîn.

Nivîskar Kahir Bateyî destnîşan kir ku alîyê vê peymanê yê herî baş ew e ku pêşîya şerekî mezin girt û got:“Heke ew şer pêk bihata wê Kurdan xusareke gelek mezin bidîta. Dibe ku ev tenê bi Rojavayê Kurdistanê re jî sînordar nebûya. Zirara vî şerî wê bigihişta parçeyên din yên Kurdistanê. Herî zêde jî başurê Kurdistanê. Ji ber vê dema mirov di vê çarçoveyê de lê dinêre pêkanîna vê peymanê gaveke erênî ye. Ev cara yekemîn e ku di dîroka Sûriyeyê de Kurd bi nasnameya xwe têne qebûlkirin. Bi vê peymanê ve giredayî têkoşîn û niqaşên li ser maf û destketiyên Kurdan berdewam in. Kurdan serkeftineke mezin bi dest xistiye. Lê ez di wê baweriyê de me ku danûstandinên ji niha pê ve berdewam bikin, wê maf û hebûna Kurdan di destura bingehîn a nû ya Sûriyê de ku wê Kurd jî di nivîsandina wê de cih bigirin, werin pejirandin.”

Ya girîng hişmendiya neteweyî ye

Nivîskar Kahir Bateyî bal kişand ser yekitî û rihê neteweyî yê gelê Kurd ku di ve pêvajoyê de jî wiha got:“Dema ev êriş pêk hatin û Rojavayê Kurdistanê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ma, hemû Kurdan helwesteke xurt û bi rûmet nîşan da. Bi taybetî jî gelê Başurê Kurdistanê, di serî de jî rêzdar Mesûd Barzanî û hemû sîyasetmedarên başûrê Kurdistanê di aliyê dîplomasî û civakî de seferber bûn. Her wiha çapemeniya Rojava jî xebateke bêhempa kir. Pêwist e ku ev hişmendî û ruhiyeta neteweyî ya Kurdan mayînde bibe. Pêwist e ku ji niha pê ve pirsa neteweyî ya Kurd û yekitiya gelê Kurd tiştê esas be ji bo hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdan. Birêz Karayilan jî di axaftineke xwe ya dawî de gotibû ku ‘ew ruhiyeta ku çêbûye, silogana; yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e ku gel ji bo yêkitiya Kurdan diavêje ji bo me talîmateke.’ Ev talîmata ji bo hemû partî û rêxistinên Kurdan e ku vê daxwaza gelê Kurd pêk bînin ku carekê din ew ruhiyet bêlav nebe.”

Karê wan tenê êriş kirin e

Kahir Bateyî herî dawî êrişên li ser paradîgmaya Rêber APO û destketiyên Kurdan jî bibîrxistin û got:“Pir êriş dikin û gotinên pir beradayî dikin. Divê ku civaka me baş bizanibe, ev kesên ku li ser medyaya dîjîtal tenê êrişa dikin, îdeolojî û baweriya wan çi dibe bila bibe karê wan kesan tenê êrişkirin e, reşkirin e. Kurd çi bikin, çi serketinan bidest bixin jî ewê dîsa êriş bikin. Hinek bi nezanî dikin, hinek jî bi zanebûn dikin, giredayî hin derdoran in. Karê wan tenê êrişkirina Kurdan, rêxistin û destketiyên Kurdan e. Bila civak vê yekê baş bizanibe ku faydeya van kesan ji bo Kurdan nîn e û nabe jî. Bila civaka me bawerî ya xwe bi van kes û derdoran neyne.”

Li dijî civaka exlaqî û polîtîk in

Nivîskar Faysal Yacan jî bal kişand ser polîtîkayên Amerîkayê, diyar kir ku hêzên hegemon naxwazin li Rojhilata Navîn yekitiya gelan pêşbikeve û got:“Polîtîkayên Emerîkayê yên moderniteya kapîtalîst û netew dewletan tu carî naxwazin hişmendiyeke demokratîk û yekitiya gelan pêş bikeve. Ji ber ku demokrasî û yekitiya gelan, an jî neteweke demokratîk derbeyê li pergala wan dixe. Ji ber wê yekê rayedarên Emerîkayê digotin em naxwazin li Rojavayê Kurdistanê modeleke demokratîk serwer bibe. Yanî dixwazin bêjin bila Ereb serwer bin. Ji ber ku netewperestiya dewletên serdest ew e ku derbeyê li demokrasîyê bixin. Cihê ku hêza demokrasî pêş dikeve li wê derê hêz û pergala dewletê kêm dibe. Îro sedemên van êrişên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tên jî ev e. Ji ber ku civakeke demokratîk, politik û exlaqî li dijî felsefe û birdozîya Emerîkayê û hemû dewletên yek perestin.”

Kurdan sînor hilweşandin

Nivîskar Faysal Yacan da zanîn ku yekitiya îro di encama berxwedan li Rojava de derket holê sînor di nav Kurdan de rakirin û got:“Kurdan êdî ev sînor hilweşandin, êdî Kurdistan yek e. Di encama vê berxwedan û rihê yekitiyê de Sûriye mecbûr ma li gel Kurdan, li ser masê rûnê. Ev peymana ku di encama vê berxwedanê de derket holê girîng e. Di aliyê nasnameyî, çandî, zimanê Kurdî qebûl dike lê ya girîng ew e ev xalên di peymanê de wê di demên pêş de bikevin destûra bingehîn yan na. Divê hebûn û nasnameya Kurdî, çand û zimanê Kurdî di qanûnan de were misogerkirin. Ez bawer im ev yekitiya ku di şexsê Rojava de pêk hat dê derbasî hemû parçeyên Kurdistanê bibe. Divê gelê Kurd vê yekitiyê berdewam bike. Divê hemû sazî û dezgeyên Kurdan, partî û rêxistinên Kurdan pêşengtiya vê yekitiyê bikin, vê yekitiyê mayînde bikin.”

AW/BESNA EDÎŞ-ONDER AKBÛLÛT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.