Cejna Pîrşalyar nayê pîrozkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 6 Sibat 2026 - 03:15

Her sal bi hatina çarşema yekem a meha Sibatê re, di serî de li Hewreman, li herêmên Rojhilatê Kurdistan û çend bajarên başûrê Kurdistanê Cejna Pîrşalyar, tê pîrozkirin. Lê îsal wek piştgiriyek ji bo rewşa Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê Cejna Pîrşalyar nehat pîrozkirin. Rêveberiya Merasîmên Cejna Pîrşalyar bi daxuyaniyekê ragihand ku ew îsal, ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdên xwepêşandanên li Rojhilat û şerê li Rojavayê Kurdistanê, wek hevsozî û hexwemiya li gel malbatên şehîdan, ew merasîm û çalakiyên ji bo Cejna Pîrşalyar li Hewraman lidarnaxin. Cejna Pîrşalyar li Rojhilatê Kurdistanê di çarşema yekem a meha Sibatê de tê pîrozkirin û 3 rojan didome. Ev cejin li ser navê Pîrşalyar ê ku ji 99 pîrên nav û deng ên Zerdeştiyan e. Di dema ketina cemreyan (sotik) a hewa, av û axê de, salê du caran tê pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.