
Di çarçoveya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, hunermendên ciwan ên bajarokê Rewanduzê pêşangehek hunerî pêşkêşkirin û hejmarek tabloyên ku têkoşîna jinan û berxwedana Rojava nîşan didin hatin pêşandan. Têkildarî armanca pêşengehê û rola hunermendan di mijarên netewî de hunermendên beşdarî pêşengehê bûyîn ji Rojnews’ê re axivîn.
Jina ciwan Behre Ehmed destpêkê axivî û got:“Ji destpêka têkoşîna li Rojava ve, min çend tabloyên ku têkoşîna jin û ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê vedibêjin çêkirine. Armanca me ji vê xebatê piştgirî dayîna têkoşîna li Rojava ye. Di roja me ya îro de divê hunermend bi tevahî dev ji cîhana xwe ya şexsî berdin û huner û ramanên xwe bixin di xizmeta şoreşa Rojava de. Ji ber ku eger em nikaribin ji bo Rojava şer bikin, em dikarin hunerê bixin xizmeta şoreşê û bi dest û tiliyên xwe li Rojavayê Kurdistanê têkoşîn bikin.”
Hunermendek din ê bajarokê Rewanduzê ku bi hunera xwe piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dike, Xalid Mihemed têkildarî heman mijarê nêrîn û hestên xwe wiha anî ziman:“Bi çêkirina tabloyek ya General Mazlum Ebdî, min huner û karê xwe xistiye xizmeta hemû şervanên azadiyê yên li Rojavayê Kurdistanê. Em hemû nikarin şer bikin, lê em hemû dikarin bi awayên cûda piştgiriyê bidin şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku huner û şoreş pir bi hev ve girêdayî ne, em bi çêkirina çend tabloyan piştgiriyê didin Rojavayê Kurdistanê.” Di Pêşangeha Hunerên Ciwan a Rewanduzê de zêdetirî 30 tablo hatine pêşandan, ku hemû jî têkoşîna jin û şervanên azadiyê li Rojavayê Kurdistanê ne û wekî piştgiriyek ji bo têkoşîna azadiyê û berxwedana li Rojava hatine çêkirin.
ROJNEWS/REWANDUZ












