Hêza li Rojava hêza me tevan e
Şemî 7 Sibat 2026 - 03:52

Kolektîfên RiseUp4Rojava (Ji Rojava Raber Ser Pêyan) û Women Defend Rojava (Jin Rojava Diparêzin) ku ji bo Rojava di qada navneteweyî de çalakî li dar xistin, piştî agirbestê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo parastina Rojava û şoreşa jinê wê çalakiyên xwe bidomînin û banga domandina têkoşînê kirin. Ji enternasyonalîstên Ewrûpî Rose ku beriya êrişan çûbû Rojava û hêj li wir e, têkildarî xebatên Women Defend Rojava û têkoşîna enternasyonalîst ji ajansa me re axivî. Rose, anî ziman ku wê bi salan têkildarî şoreşa Rojava xwendiy û nîqaş kiriye û got:“Ji bo şoreşa jinê di cih de bibînim û biparêzim, ji bo bibim parçeyekê wê hatim Rojava. Gelek rêyên parastina şoreşa jinê hene. Yek ji van jî Women Defend Rojava ye.” Rose, diyar kir ku her kesî xwe ji bo şoreşa Rojava berpirsyar hîs kir û got:“Hemû derdorên civakê li xwe rol girt. Ne tenê ji hêla leşkerî ve, ji hêla medya û penaberan jî parastineke çalak kirin. Erê rast e di meha dawî de êşên mezin hatin jiyîn lê belê hevgirtina civakê, têkoşîna wan nûwaze bû. Di serê her kesî de tenê yek vebijêrk hebû ku ew jî serkeftin bû. Vê biryardariyê hêzeke mezin da me.” Rose, kiryarên di êrişan de bi bîr xist û got ku hikûmeta demkî rastiya azadbûna jinê qebûl nake û DYE û Tirkiye jî piştgiriyê didin û got:“DYE û Tirkiyeyê piştgirî dan, bi Îsraîlê re muzakere kirin, kampanyayên reklamê li Brîtanyayê çêkirin û YE jî pereyan dide wan. Hemû dewletên ji xwe re digotin feminîst in û mafên jinan diparêzin, êrişî şoreşa jinê kirin.”
Ji bo hemû jinan şoreşek e
Bi domdarî Rose anî ziman ku şoreşa Rojava ji bo tevgerên jinan bûye hêvî û xwestiye ji nêz ve nas bike û got:“Parastina hebûna Rojava, zindîhiştina vê hêviyê ji bo hemû jinan pir krîtîk e. Jinên her çar aliyên cîhanê şoreşa vê derê weke şoreşa xwe dibînin. Ji ber ku ji bo hemû jinan şoreş e. Parastina vê têkiliyê, her wiha tê wateya berpirsyartiya me ya parastina wê.”
Divê em nekevin xefikan
Rose, anî ziman ku hêzên hegemon her tim li dijî Rojava di nava tifaqê de ne û nerazîbûn nîşanî bêdengiya medyayê da. Rose, “şerê agahiyan” weke “eniya duyemîn a şer” nirxand û got ku Women Defend Rojava jî zêdetetir xebatên xwe li ser vê mijarê zêde kir. Rose, got ku faşîzm û kontrola dewletan a li seranserî cîhanê zêde dibe û got:“Ji bo em nekevin xefikan, divê em xwe bêhtir birêxistin bikin, jiyaneke bêhtir kolektîf û komunal ava bikin.”
Şerê li Rojava ya du zîhniyetan e
Rose, destnîşan kir ku li Rojava şerê du zîhniyetan heye û anî ziman ku têkoşîna li Rojava li dijî faşîzm û otorîteriyê seknekî kûrewî ye û got:“Tiştên li vir tên jiyîn têkoşîna ji bo hemû mirovahiyê û jina ye. Lewma bihêzbûna Rojava wê me tevekan bihêz bike. Êrişa li dijî Rojava jî li dijî me tevan e. Cisareta jinên Rojava, ji rêxistinbûna wan tê. Cisaret, bi hev re tê avakirin. Jinên li vir lehengên sedsalê ne. Em jî dikarin biqasî wan bihêz bin. Heke agirbesta heyî were bicihanîn jî em dikevin pêvajoya berxwedaneke pir mezintir. Çalakiyên li her devera Ewropa û Kurdistanê pir baş e. Pêdivî niha bi mezinkirina wan heye.”
MA/HÎVDA ÇELEBÎ













