Divê dorpêça Kobanê bê rakirin

Şemî 7 Sibat 2026 - 03:35

Nûnera IPPNW ya Tirkiyeyê Gîsela Penteker balkişand ser peymana navbera HSD û HTŞ’ê û got: “Bi qasî me bihîstiye, hîna ji bo pêkhatina peymanê gavek nehatiye avêtin. Yek ji gava yekemîn ev e ku dorpêçkirina Kobanê bê rakirin.”

HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de êrîşê taxên Kurdan yên Helebê kir. Çeteyan piştre tevî agirbestê êrîşê Rojava kir û gelê Rojava û ji qada navneteweyî her kesî li berxwe da û bi çeteyan gav paş da avêtin. HSD û rêveberiya Şamê di 30’yê Çileyê de ji nûve li hev kir û agirbest îlan kirin. Tê payîn ku xalên peymanê bikevin jiyanê û bi rojane dorpêça Kobanê didome.

Nûnera Hekîmên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina Şerên Nukleerê (IPPNW) ya Tirkiyeyê Gîsela Penteker der barê rewşa li Rojava de nirxandin kir.

Gîsela Penteker da zanîn ku modela Rojava, li cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn mînak e û got: “Li welatên derdorê hikûmetê otokratîk, netewperest û îslamî hene. Parastina Rojava û ji entegrekirina pergala nû ya Sûriyeyê, wê ji bo hemû herêmê bibe çavkaniya îlhamê û wê rê li ber pêla azadiyê vebike.  Êrîşên tund rê li ber xetereyan vedike. Tirsa min ev e ku berxwedana herêmî bi tena serê xwe ji bo Rojava wê têr neke.”

Gîsela Penteker diyar kir ku dema hewcedarî û mafê mirovan yên li Rojava li ber çavan bê girtin têgehên navneteweyî tu tiştekî îfade nakin û wiha domand: “Di şer û pevçûnên demên dawî de têgehên mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî tu tiştekî îfade nake.  Ev têgeh ji aliyê gelek rêveberan ve bi pêşdaraz tên bikaranîn. Wek alav bikar tînin û lê dema çalakiyeke dibe mijara gotinê tê jibîrkirin. Dorpêça Kobanê ne tenê karaseteke mirovahî ye, li dijî peymana navbera HTŞ û Kurdan de ye.”

Gîsela Penteker wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê heyeteke çavdêr ya serbixwe biçe herêmê. Civaka navneteweyî ji bo ku êrîşa li ser herêmê bidawî be vê derfetê binirxîne. Ji bo di cih de bibînin ku peyman pêk tê an na, zilm hatiye rawestandin an na divê çavdêrên serbixwe biçin herêmê.”

Gîsela Penteker bi lêv kir ku pêşketina civaka Rojava, azadiya jinan ji bo gelek tevgeran bûye îlham û wiha berdewam kir: “ Divê cîhan Rojava biparêze. Rojava ji bo herêmê ji bo cîhanê têkoşîn da. Vê têkoşînê îlham da cîhanê. Gava yekemîn  ev e ku divê dorpêça Kobanê demildest bidawî be.”

Gîsela Penteker di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li hemû cîhanê ji bo Rojava berxwedan û piştevanî heye û wiha dawî lê anî: “Kurdên li dîasporayê di berxwedaneke mezin de ne. Ji her derê Ewropayê ciwanên Ewropayê piştgiriyê didin vê berxwedanê. Bi taybet çapemeniya Alman der barê çalakiyan de nûçeyan çênake. Ji ber vê gelek Alman ji vî şerî ne agahdar in. Di vî alî de zêdetir li ser çapemeniya civakî ev tê rojevê. Ji ber vê jî bang û zextên li ser dewletan divê bên berdewamkirin."

JINNEWS / ENQERE / MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.