Di seferberiyê de berxwedana jinan

Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:25

Seferberî li hemberî êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome û jin mîna hemû pêvajoyan pêşengiyê ji seferberiyê re dikin.

Jinên Kurd 18`ê Çileyê li herêma Cizîrê û Kobanê daketin qadan. Ji bajarê Hesekê heyanî bajarê Dêrikê ya nêzî 210 km, li eniya şer, li ser bendên kontrolê û li nava taxan derketin parastinê.

Şervan û fermandarên jin li hemû eniyên şer in. Bi mayîna li eniyan rûmeta jinan parastin. Hem di nava Yekîneyên Parastina Jin de hem jî di nava Asayîşê de karê xwe berdewam dikin.

Hevserokên jin ên komînan jî li bajar û gundan li malên xwe rûneniştin. Bi şev û roj li qadê bûn û tev digeriyan. Ji aliyekî ve xizmeta şervanan dikirin û ji aliyê din ve herêmên xwe ji şert û mercên şer diparastin. Di wê rewşa şer de xwe nedan aliyekî û netirsiyan. Bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê dibin û xizmeta herêmê dikin.

Her wiha tevgerên jinan ên herêmê Kongreya Star û Tevgera Kevana Zêrîn tevlêbûna xwe ya seferberiyê ragihand. Di çarçoveya xweparastinê de komên jin ên parastinê ava kirin û bi roj û şev li parastinê bûn.

Piştî ku keziya şervaneke Kurd ji aliyê çeteyan ve hat jêkirin, li cîhanê jinan dest bi hemleya "Li şûna keziyekê dê bi hezaran kezî werin hûnandin" dest pê kir. Bi vê hemleyê re jî têkoşîna jinan a rûmet û hebûnê li cîhanê belav bû û li hemberî çeteyên destdirêjiya rûmeta jinan dikin, helwest diyar kirin.

Dayikên Kurd jî li qada berxwedanê bûn û li bajarên herêma Cizîrê û Kobanê ji bo şervanan xwarin amade kirin.

Jinên Kurd bi baweriya “ew ji mirinê mezintir in” têdikoşin û di seferberiyê de ne.

ANHA/ NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.