
- Li navçeya Ranye pirtûka Rêber Apo ya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ hate nasandin.
Di saetên êvarî de li Navenda Çand û Hunerê ya Raperîn a navçeya Ranye ya ser bi îdareya Raperînê bi tevlîbûna gelek kesên ji pîşeyên cuda yên nava civakê bi merasîmekê Pirtûka Rêber Apo ya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ hate nasîn.
Merasîma nasîna pirtûkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Di merasîmê de Egîd Kelarî axivî û diyar kir ku ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ Rêber Apo li girtîgehê bi komînal li gel hevalên xwe çêkiriye û got: “Ev pirtûk ji 7 beşan pêk tê ku ji Xweza û Wate, Komîn û Dewlet, her wiha rêyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên civakan. Dîsa Rêber Apo girîngî daye pirsa jinan û baweriyê.”
Egîd Kelar diyar kir ku Rêber Apo di vê pirtûkê de bi hûr û kûr rêyên çareseriyê ji bo pirsa civakî û krîzên mirovî yên cîhanê ber bi tinebûnê ve dibe dinirxîne. RANYE
***
Sima Bina ji DYA’yê xelateke hunerî wergirt
Zanîngeha Stanford a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 16’emîn Xelata Hunerên Îranî ya Bita da Sima Bina, stranbêj, bestekar û lêkolînera muzîka gelêrî ya Îranî. Merasîma xelatdayînê duh li Zanîngeha Stanfordê hate lidarxistin.
Komîteya xelatê bal kişand ser zêdetirî şêst salan xebata hunerî ya Sîma Bîna û her weha hewlên wê yên di berhevkirin, tomarkirin û parastina muzîka gelêrî ya ji herêmên cuda yên Îranê de. Di daxuyaniya fermî ya zanîngehê de hat destnîşankirin ku hunermend li ser çanda muzîkê ya herêmên cuda yên Îranê, di nav de melodiyên Kurdî û Belûcî, lêkolîn dike û dixebite ku vê mîratê ji nifşên pêşerojê re veguhezîne.
Zanîngeha Stanfordê her wiha bal kişand ser xebatên perwerdeyî yên Sîma Bîna di warê muzîka jinan de. Hat destnîşankirin ku ev xebat di demekê de hatiye kirin ku li Îranê sînorkirinên cidî li ser çalakiyên jinan di warê muzîkê de hebûn.
Xelata Bita ku di sala 2008’an de hatiye damezrandin, ji hunermend û kesayetên çandî re tê dayîn ku di warên huner û çandê yên bi Îranê ve girêdayî de serkeftinên girîng bi dest xistine. Xelatgirên berê Sîmîn Behbehanî, Mihemed Reza Şaceriyan, Behram Beyzayî, Keyhan Kelhor, Şehram Nazirî û Parissa wergirtine. JÎNHA







