
Tu lîstîkavên Îranî yên ku di Festîvala Fîlman a Fecr de xelata Krîstal Sîmurg girtin, beşdarî merasîma xelatdayînê nebûn.
Xelata Lîstikvana Herî Baş a Jin a Krîstal Sîmurg û Xelata Rûmetê ji Azîta Hajiyan re hat dayîn. Hat gotin ku Azîta Hajiyan di kişandina fîlm de bûye loma xelata wê ji aliyê hevjînê wê Mohammad Reza Sharifinia ve hat girtin. Xelata Lîstikvanê Herî Baş ê Mêr, bi flîma "Zende Şûr" ji Bahram Afsharî re hat dayîn. Lê belê, Bahram Afsharî jî beşdarî merasîmê nebû; xelata wî ji hêla Kazim Daneşî ve hat girtin. Kazem Daneshî, di axaftina xwe de da zanîn ku nebûna lîstikvanan ne ji ber sedemên kesane bûye û daxwaz kir ku wate bidin nebeşdariya wan.
Maral Ferjad a bi flîma “Zende Şûr” re mîna Lîstikvana Piştgir a Herî Baş a Jin hat hilbijartin jî beşdarî merasîmê nebû. Vîdyoyek ku nîşan dide Maral Fercad tê dermankirin, hat parvekirin. Xelata Lîstikvana Piştgir a Herî Baş a Mêr bi fîlma "Ordubeheşt" re ji aliyê Şehram Hakikatdust ve hat qezenckirin. Hat ragihandin ku Şehram Hakikatdust ji ber ku di kişandina fîlmek din de bû beşdarî merasîmê nebû.
Sulaf Fevakhercî ya Sûriyeyî ku hêjayî Xelata Krîstal Sîmurg, Xeleta Rûmetê û Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin jî di merasîmê de amade bû. Sulaf Fevakhercî di nava xelatgiran de bû yekane lîstikvanê ku beşdarî merasîmê bû.
NÛJINHA















