Pîrozbahiya di demên şînê de

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Sibat 2026 - 02:50

  • Di rojên dawî de, li Îranê vekişîna hin lîstikvan, afirîner û weşanxaneyan a ji çalakiyên şahiyê, wek nîşana nerazîbûna civakî hate şîrovekirin.

Di demên ku civaka Îranê di bin şîna kolektîf û tundiya avahîsaziyê de ye, çalakiyên çandî ji her demê bêtir siyasî têne xwendin. Di vê çarçoveyê de, çalakiyên çandî û hunerî êdî ne tenê cihên şahiyê ne, qada pêşbirka wate û nasnameyê ne jî. Heta cîhana lîstikên vîdeoyê û şahiyên navneteweyî jî nikarin xwe ji van nîqaşan dûr bigirin. Li aliyê din, hebûna hin hunermendan a di çalakiyên fermî, bi taybetî li Festîvala Fecrê de, nerazîbûnên bihêz ên civakî derxist holê. Beşdarbûna lîstikvan Elnaz Malek a li vê festîvalê, bi taybetî ji ber ku festîval bi salan wekî pêşangehek çandî ya dewletê tê naskirin, bû sedema nîqaş û rexneyên giran. Elnaz Malek got ku fîlma wê berhemeke femînîst e û rexne li şertên civakî dike. Lê gelek kes pirsa bingehîn anîn ziman: gelo afirandina berhemeke rexneyî di çarçoveyek fermî de dikare xwe ji wateya siyasî veqetîne? Bi taybetî di demên ku civak di bin şînê de ye, beşdarbûna çalakiyên dewletê ji hêla hin kesan ve mîna ‘alîkariyek bi normalîzekirina rewşa heyî re’ tê fêmkirin.

Mekanîzmayên normalîzekirinê

Li gor teorîsyenê fransî Michel Foucault desthilatdarî ne tenê bi tepeserkirina rasterast, her wiha bi rêya normalîzekirinê jî xwe berdewam dike. Festîval û çalakiyên çandî yên fermî jî beşek ji vê mekanîzmayê ne ku wêneyek “normal” û “stabîl” ê rewşa heyî pêşkêş dikin. Di heman demê de, teorîsyena Emerîkî Judith Butler destnîşan dike ku ne her êş û ne her laş di qada giştî de bi heman rengî tê dîtin û wiha dibêje:“Hin êş têne şînkirin û bi hev re parvekirin, lê hinên din têne marjînalîzekirin û ji dîtinê dûr têne avêtin. Çêkirina wêneyên pîrozbahiyê û normalbûnê di demên krîzê de dikare bibe sedema nedîtîbûna laş û dengên herî zêde bandordar, nemaze jinan.”

Vekişîn wekî helwestek ehlaqî

Di şertên wiha de hin hunermend vekişîn, bêdengî an nebûnê wekî helwestek ehlaqî dibînin. Mînakên vê  helwestê di dîroka nêzîk de jî hene. Di salên 1970’yî de li Emerîkaya Latîn û li Afrîkaya Başûr a dema apartheidê, boykotên çandî  ji bo zexta li ser desthilatdariyê bûn amûrek bi bandor. Li Îranê jî, piştî tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”, hêviya civakê ji hunermendên jin zêde bûye. Ev hêvî tenê li ser berhemê nîne, li ser helwesta wan jî ye. Pirsa sereke ev e; gelo hebûna wan di çalakiyên fermî de rêzika serdest qels dike, an jî alîkarî dide berdewamiyê wê?

Rola hunerê ya di demên krîzê de

Civak ne hewce ye ku qehremaniyê hêvî bike, lê ew hêvî dike ku hunermend bizanibe ku bêalîbûn bi xwe helwestek e. Aktîvîzma hunermend ne hewce ye ku qîrîn an daxuyaniyek rasterast be; carinan ev nebûn, bêdengkirina sehneyê, an rawestandina demkî ya çalakiyê, dikare wêneya normalbûnê têk bibe. Û tam di vê nuqteyê de ye ku desthilatdarî qels dibe. Ji ber ku ji her tiştî bêtir, ew bi dîtina bêyî ku zor lê bê kirin têr dibe. Ya ku îro di xetereyê de ye ne hilbijartina takekesî ya vî an wî hunermendî ye, ji nû ve pênasekirina rola hunerê di demên krîzê de ye. Dîrok û teorî ji me re tînin bîra xwe ku huner, nemaze dema ku bi laş û dengên jinan ve girêdayî be, qet li derveyî siyasetê nine. Di kêliyên wiha de, redkirin, nebûn, an vekişîn ne nîşana qelsiyê ye, cureyek berxwedana sembolîk e. Ev kiryar bi tena serê xwe dibe ku rêzika serdest hilweşînin, lê ew dikarin berdêlek çêkin; berdêlek ji bo terikandina wêneyê normalbûnê. Û dibe ku ji ber vê yekê ye ku îro, hilbijartinên ehlaqî yên hunermendan, bi taybetî jinan, ji berhemên hunerî bi xwe bêtir têne lêkolînkirin.

NÛJINHA/ŞEYLA QASEMXANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.