- Festîvala Filman a Berlînê ku li dinyayê yek ji festîvalên herî girîng e, bernameya xwe ya îsal eşkere kir. Festîval îsal li ser temama “curbicurî û nûbûn”ê disekine û ji 74 welatan 240 filmî neqandiye ji bo nîşandanê.
Festîvala Filman a Berlînê (Berlinale) bernameya xwe ya îsal diyar kir. Berlinale ew ê îsal di navbera 13 û 23’yê Sibatê de were lidarxistin. Di bernameya ku Berlinale eşkere kiriye de filmên Rikhard Linklater, Michel Franco, Hon Sang-soo û Radu Jude hene.
Berlinale her sal di meha Sibatê de tê lidarxistin û yek ji festîvalên herî girîng a dinyayê ye. Serokê Juriyê yê festîvalê îsal Todd Haynes e. Ew derhêner, senarîst û çêkerekî navdar e. Juriyên festîvalê yên ew ê di rojên pêş de werin eşkere kirin.
Berlinale ku îsal cara 75’an tê lidarxistin 19 filman ji bo pêşbirka fermî neqandiye. Ev filmên hatine neqandin ew ê ji bo xelata “Hirça Zêrîn” bikevin qayişkêşanê. Her wiha di beşên Forûm, Panorama û Generation de jî gelek filmên baş hene ku ev jî beşên girîng ên festîvalê ne.
Filmê vekirinê yê festîvalê filmê bi navê “The Light” (Das Licht) yê Tom Tykwer e. Ew derhêner û bestekarekî Elmanî ye. Her wiha festîval ji bo xelata rûmetê jî lîstikvan Tilda Swinton hilbijartiye û ew ê di 13’ê Sibatê de li Berlinale Palas xelata wê pêşkêşî wê bike.
Temaya nûbûnê
Rêvebira Berlinale Tricia Tuttle di civîna çapemeniyê de da zanîn ku ew ê îsal temaya “curbicurî û nûbûn”ê derxin pêş. Her wiha wê da zanîn ku ji 74 welatan bi tevahî 240 film tên nîşandan di beşên ji hev cuda de.
Filmên di pêşbirka fermî de cih digirin ev in;
Ari (Léonor Serraille)
Blue Moon (Richard Linklater)
La cache / The Safe House (Lionel Baier)
Dreams (Yön: Michel Franco)
Drømmer / Dreams (Sex Love) (Dag Johan Haugerud)
Geu jayeoni nege mworago hani / What Does Nature Say to You (Hong Sang-soo)
Hot Milk (Rebecca Lenkiewicz)
If I Had Legs I’d Kick You (Mary Bronstein)
Kontinental ’25 (Radu Jude)
El mensaje / The Message (Iván Fund)
Mother’s Baby (Johanna Moder)
O último azul / The Blue Trail (Gabriel Mascaro)
Reflet dans un diamant mort / Reflection in a Dead Diamond (Hélène Cattet, Bruno Forzani)
Sheng xi zhi di / Living the Land (Huo Meng)
Strichka chasu / Timestamp (Kateryna Gornostai)
La Tour de Glace / The Ice Tower (Lucile Hadžihalilović)
Was Marielle weiß / What Marielle Knows (Frédéric Hambalek)
Xiang fei de nv hai / Girls on Wire (Vivian Qu)
Yunan (Ameer Fakher Eldin)
Piştê 4’ê Sibatê hûn dikarin hemû bernameya Berlinale li ser malpera festîvalê bibînin; https://www.berlinale.de/en/home.html
NAVENDA NÛÇEYAN