Ji barê talanê xelas bibin!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:51

  • Festîvala Berlîn ya ku cara 74’an hate lidarxistin bi dawî bû. Derhênera Senegalî-Fransî Mati Diop bi belgefilma xwe ya “Dahomey” xelata “Hirçê Zêrîn” wergirt. Ew bi vê belgefilmê balê dibe ser talana berhemên hunerî yên li Efrîkayê.

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Berlînê (BERLINALE) îsal cara 74’an hate lidarxistin. Festîval di navbera 15 û 25’ê meha Sibatê de pêk hat. Di festîvalê de li hember zêdebûna fikrên rastgir ên li Ewrûpayê gelek çalakî pêk hatin. Her wiha ji bo şerê li li Xezeyê bi dawî bibe jî gelek daxuyanî hatin dayîn.

Weke salên berê îsal jî gelek filmên metrajedirêj, kurtefilm û belgefilm hatin nîşandan. Ji bo xelata “Hirçê Zêrîn” û “Hirçê Zîvîn” bi tevahî 20 film di pêşbirka festîvalê de cih girtin. Juriya festîvalê xelata “Hirça Zêrîn” da belgefilma bi navê “Dahomey” a derhêner Mati Diop. Mati Diop derhênereke Senegalî û Fransî ye. Filmên wê beriya niha li festîvalên weke Cannes û Venedîkê jî hatine nîşandan û xelat wergirtine. Sala çûyî festîvalê dîsa xelat dabû belgefilmekê. Belgefilma bi navê “On the Adamant” a derhêner Nicolas Philibert di gera 73’an ya Festîvala Berlînê de xelata “Hirçê Zêrîn” wergirtibû. Yanî ev du sal in li ser hev xelata herî baş diçe ji belgefilman re.

Talana Fransiyan a li Dahomey vedibêje

Mati Diop bi belgefilma xwe ya “Dahomey” balê dibe ser talana dewletên Ewrûpî. Nexasim jî talana xezîneyên “Qraliyeta Dahomey” ya Efrîka. Di sala 2021’an de xezîne û berhemên ku hatibûn talankirin li Benînê hatin vegerandin. Gelek ji van xezîne û berhemên dîrokê li Parîsê diman. Her wiha ji Elmanya û gelek welatên din ên Ewrûpayê jî berhemên ku hatibûn talankirin li welatên wan ango li cihên wan ên berê hatin vegerandin. Xelkê Benînê jî demek dirêj bêyî van berheman bibîne jiya û ev yek bivênevê li ser çanda welatekî tesîrê çêdike. Derhêner Mati Diop berê kameraya xwe dide xelkên Benînê bê ka wan bi çi awayî ev berhemên ku dîsa li welatê xwe hatine vegerandin pêşwazî kirine. Li gor belgefilma Mati Diop di vî warî de gelek helwestên tevlîhev ên xelkê derketine holê. Belgefilma “Dahomey” ven helwestan nîşan dide.

Belgefilma “Dahomey” 67 deqîye ye û behsa mêhtingeriya Fransiyan ya li Dahomeyê dike. Fransa di sala 1892’an de Dahomey dagir kiribû û li gor lêkolînan wan qederê 7 hezar berhemên hunerî yên li Dahomey talan kiriye. Hinek berhemên hunerî li Dahomey hatine vegerandin lê zafek ji van berheman hîna jî di destê Fransayê de ne.

Talan barekî girane jê xelas bibin

Li Festîvala Filman a Berlînê cara yekeme ku derhênereke reşik xelata “Hirçê Zêrîn” digire. Mati Diop bi wergirtina vê xelatê tiştekî dîrokî jî pêk anî. Her wiha divê mirov bibîr bixe ku wê xelata xwe ji destê juriyeke reşik girt. Lîstikvana bi navê Lupito Nyong’o jî weke yekem serokê juriyê ya reşik Festîvala Filman a Berlînê bi rêve bir. Mati Diop ji bo xelata ku wergirtiye got; “Ev xelat ji xeynî min kesên ku belgefilm wan temsîl dike jî kêfxweş kir. Hemû kesên ku di belgefilmê de tên dîtin û nayên dîtin bi vê yekê kêfxweş in. Vegerandina van berhemên dîrokî tiştekî girîng e. Bi vî awayî belkî edalet pêk were. Berhem û malên hatine talankirin li ser pişta mirov barekî çêdikin, ev barekî giran e û divê mirov bi rastiyê re rû bi rû bimîne ji bo karibe vî barî ji ser pişta xwe bîne xwarê. Talanker an ew ê bi vî barî bijîn an jî ew ê bi berpirsyarî tevbigerin û ji vî barî xelas bibin. Divê ew biryara xwe bidin û li wê gorê gav bavêjin.”

Filmên ku ji BERLINALE xelat wergirtine ev in;

Hirçê Zêrîn/Xelata Herî Baş: "Dahomey" – Mati Diop

Hirçê Zîvîn/Xelata Mezin a Juriyê: "A Traveler's Needs" – Hong Sang-soo

Hirçê Zîvîn/Xelata Juriyê "The Empire" – Bruno Dumont

Hirçê Zîvîn/Derhênerê Herî Baş: "Pepe" – Nelson Carlos de Los Santos Arias

Hirçê Zîvîn/Lîstikvanê Herî Baş: "A Different Man" – Sebastian Stan

Hirçê Zîvîn/Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş: "Small Things Like These" – Emily Watson

Hirçê Zîvîn/Senaryoya Herî Baş: "Dying" – Matthias Glasner

Hirçê Zîvîn/Sînematografiya Herî Baş: "The Devil's Bath" – Martin Gschlacht 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.