Festîvala Belgefîlman A FîlmAmedê ya ku cara 9’an bi hevkariya Şaredariya Kayapınar û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ê di navbera 26 – 30'ê Îlona 2025'an de bi şîara “Reh... Li dora agir rastiyên efsûnî” tê li dar xistin. Serlêdanên ji bo Kargehên Sînemaya Belgefîlmî jî dest pê kirin ku ew ê di navbera 17-20'ê Îlonê de di carçoveya Festîvala Belgefîlman A FîlmAmedê de pêk were.
Kargeh ji du beşan pêk tê;
Sînemavan Ekrem Heydo bi mijara “Di Sînemaya Belgefîlmî de Estetîka Dîmenê û Derfetên Vegotinê” ew ê ji bo kargehan hazir be.
Her wiha Erhan Ors jî ew ê bi mijara “Di Belgefîlm de bi Teknîkên Pevbestinê Avakirina Vegotinê” tevlî kargehê bibe.
Serlêdanên kargehê heta 10’ê Îlonê dewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN