Dengvedana sînemavanên jin ên Efrîkî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 00:58

25’yemîn Mihrîcana Navnetewî ya Sînemaya Efrîqa ku di 21’ê Hezîranê de li bajarê Khouribga ya Fosfat a Mexrîbê bi temaye ‘Hişbûna algorîtmayên balkêşiya çîrokbêjan...rageşiyên sînemaya Efrîqayê’ tê li darxistin. Di mihrîcanê de bi taybet beşdariya bi hêz a jinên derhêner balê dikşîne. 

Di pêşbaziya fîlmên metraj dirêj de, derhênerên jin ên wek Leila Trikî (Deqa Bayê), Khawla Asbab Benamer (Radhia), Togo Angela, Akireburo Rabatel, Burkina Faso, Alimata Kideraogo, Uganda û Rahima Nanfuuka cih digrin. 

Jin di sînemayê de xwedî gotin in

Lîstikvana Senegalî Rokhaya Niong diyarkir ku berê jî beşdarî mihrîcanê bûye û îsal ji bo wê girîng e. Her wiha di mihrîcanê de, derhênera Senegalî Mansour Sora xelata rumetê girt. Sînemavan Kamerunî Yasmin Louie da zanîn ku jin di sînemaya Kamerun de her ku diçe hê zêdetir dibin xwedî gotin û gelek xelat bi dest xistine.

15 kurtefîlm di pêşbaziyê de ne

Di pêşbaziya kurte fîlman de, gelek welatên Efrîqa yên wek Mexrîb, Misir, Tinûs, Lîbya, Senegal, Benin, Fildişi Sahili, Etiyopya, Ruanda 15 fîlm di nava pêşbaziyê de ne. Beşdariya jinên ciwan ên derhêner li pêşe.

Di mihrîcanê de bi taybet sînemaya Morîtanya tê nasandin. Herçend sînemaya Morîtanya kêm were zanîn jî di mihrîcanên Efrîqa û navnetewî de xelat girt. Mihrîcan ji bo nîqaşkirina rewşa niha û dîroka sînemaya Morîtanya platformekê pêşkêş dike.

Mihrîcan dê heta 28’ê Hezîranê bidome û wê panelek bi mijara ‘Di Endustriya sînemayê de hişê çêkirî’ were li darxistin. Panel wê guherînên sînemaya Efrîqa di dema hişê çêkirî de binirxîne.

NÛJINHA/MEXRÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.