Kelecana pêvajoyê gelek tişt guhertin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Kanûn 2025 - 00:54

  • Lîstikvan Halîme Eser û Derhêner Kazim Oz ji bo 3’emîn Festîvala Fîlman a Amedê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin:’’Ger ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nebûya dibe ku ev festîval jî nehata lidarxistin.”

3’emîn Festîvala Fîlman a Amedê, bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organizasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê di 7 û 14’ê meha Kanûnê de hat li darxistin. Festîval bi dirûşmeya “Dunya bi çîrokan tê ba hav” hate lidarxistin û 84 fîlm hatin pêşandan. Di festîvalê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm jî di nav de gelek fîlmên cuda hatin pêşandan. Ji bilî pêşandana fîlman panel, masterclass, xebatên atolyeyan û bi gotûbêj jî hatin kirin. Herwiha festîval herî dawî di 14 Kanûnê de bi merasîma dayîna xelatan bi dawî bû. Lîstîkvan Halîme Eser û Derhêner Kazim Oz ku beşdarî festîvalê bibûn di derheqê festîvalê de ji ajansa me re (AW) axivîn. Lîstikvan Halîme Eserê got ku ew bi hatina xwe ya Amedê û bi beşdarbûna festîvala fîlman gelek bextewar e û got:“Ez li gelek festîvalan geriyam lê weke ya vir ez kelecanî nebûme. Festîvala li vir gelekî mirovan kelecanî dike. Ez hêvîdar im 60 salên dinê jî bêm vir festîvalan bibînim. Li gorî min gelek baş derbas bû, temaşevan jî gelek bi eleqedarî nêzîkê fîlman dibin. Festîvalên wisa bi taybetî jî ji bo lîstikvanan gelekî girîng tên dîtin. Divê di bernameyên wiha de jinên Kurd jî karibin rolên xwe yên girîng bigirin ser milê xwe. Em hêvîdar in di salên pêş de jî çîrokên baş bêne gotin. Fîlmên Kurdî gelekî bala min dikişînin.”

Em mirovên dil û çav vekirî ne

Halîme Eserê diyar kir ku ew hem li ser projeyên fîlmên Îngilîzî û hem jî li ser yên Elmanî dixebite û got:“Dema ku ez li ser projeyên bi Kurdî dixebitim dilê min vedibe. Dema ku ez têm li ser vê axê fîlman çêdikin ji kelecana ez xwe gelek bextewar hîs dikim. Divê ew çîrokên me yên berê bêne gotin. Divê bi tenê çîrokên me ne li ser mêra bin. Divê li ser jin, zarok û mêran bin û çîrokên hevpar bin. Dema ku em fîlmên wisa dibînin em dibin qewet ji zarokên xwe re da ku nifşên li pey me bên ew jî xwe li ser vê bingehê bidin jiyîn. Demokrasî gelek ji bo me pêwîst e. Em mirovên dil û çav vekirî ne. Destê me ji herkesî re vekiriye, divê kesên li hember destên xwe bidin destê me. Ji bo ku em jiyaneke wekhev û azad bi hev re derbas bikin.”

Gel tevlî nîqaşan bibe wê baş be

Derhêner Kazim Oz anî ziman ku piştî 8 salan li dar xistina bernameya festîvala fîlman li Amedê gelekî girîng bû û got:’’Gelek kesan fîlm temaşe kirin, festîvaleke têr û tijî bû. Em weke derhênerên sînemayê gelek kêfxweş in ku em li vir in. Eleqeya gel pir baş e, ew jî ji cudatiya festîvalê ya li gorî festîvalên derbasbûyî ne. Hema bê eywan bi hemû fîlman hate dagirtin. Temaşevan gelek caran tên pirsan dipirsin. Divê ew têkiliya gel û fîlman bidome û xurtir bibe. Divê ne bi tenê li vê navendê festîval bêne lidarxistin. Divê li navçeyan jî ev bername hebin. Divê ne carekî du car sê car bêne nîşandan. Di nava her karî de kêmasiyek heye, ew nîqaşên ku niha li vir têne kirin divê di heman demê de bi gel re jî bên kirin. Dema ku gel tevli bibûya wê baştir bibûya. Ger ku ev pêvajo nehata lidarxistin me yê jî nikaribûya li vir festîval li dar bixista. Ew kelecana pêvajoyê gelek tiştan bi xwe re guhert. Bingeha vê festîvalê ji pêvajoyê tê.”

AW/ABDULLAH ESEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.