Çalakiyên 5emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê, dê bi dirûşma "Çanda Kurdî û Zimanê Dayîkê" di navbera 9 û 16’ê Cotmehê a 2025an de bên lidarxistin.
Çalakî dê li Hola Kongreyan a Zanîngeha Silêmaniyê û holên Sîtî Sînemayê birêve biçin. Li gorî gotina organîzatoran, festîval dê îsal ji salên borî mezintir û berfirehtir be. Ji nav 1,500 fîlmên ku ji 30 welatên cuda hatine şandin, 150 fîlm ji bo nîşandanê hatine hilbijartin.
Merasîma destpêka festîvalê dê 9’ê Cotmehê saet 17:00an li Zanîngeha Silêmaniyê bi beşdariya nêzîkî 250 mêvanên navxweyî û biyanî dest pê bike ku beşek ji wan kesayetiyên navdar ên cîhana sînemayê ne.
Çar xelatên rûmetê
Di festîvala îsal de, dê çar xelatên rûmetê bên dayîn:
Xelata Ahmet Kaya: Dê pêşkêşî nivîskar û ronakbîrê Tirk Dr. Îsmaîl Beşîkçî bê kirin.
Xelata Tahayê Kerîmî: Dê ji Mam Pola re bê dayîn ku bi piştgiriya xwe ya ji bo fîlmsaz û sînemaya Kurdî tê naskirin.
Xelata Şehîd Perçem: Dê ji aktera Kurd Jiyan Îbrahîm Xeyat re bê dayîn.
Xelata Serbilindiyê: Dê pêşkêşî hunermendê navdar ê Kurd Bîjen Kamkar bê kirin.
Panel û pêşbirk
Festîval ji heft beşên pêşbirkên navxweyî û navneteweyî pêk tê û bi giştî 19 xelat dê pêşkêşî sînemagerên serkeftî bên kirin. Berûyê Zêrîn xelata sereke ya festîvalê ye.
Di festîvalê de dê pênc panel bên lidarxistin. Yek ji panelan dê taybet be bi Îsmaîl Beşîkçî û paneleke din dê behsa "Wêneyê Jinê di Sînemayê de" bike. Her wiha panelên li ser bidestxistina piştevaniya darayî ji bo fîlman, rola hunerê wekî balyozê çandê û rola saziyên navneteweyî di piştgiriya çandê de dê bên lidarxistin.
Hinek fîlmên ku dê bên nîşandan
Di beşa pêşbirka navneteweyî de fîlmê bi navê "The Tower of Strength" ê derhêner Nicola Vukčević dê bê nîşandan. Ev fîlm berhemeke hevpar a Albanyayê û Montenegroyê ye û berbijêrê welatê xwe yê ji bo Xelata Oscarê ya îsal e.
Her wiha çend berhemên din ên girîng jî hene, wekî fîlmê "In The Blind Spot" ê Ayşe Polat, "Sancerexan" ê Mihemed Huseyîn Letîfî, "A Happy Day" ê Hîşam Zeman, "Desmala Nan" ê Emîr û Enwer Hesenpûr û "Summertime" ê Mehmûd Kelarî.
Di beşa kurtefîlman de jî fîlmên wekî "Path" ê Ferşad Mîrzayîfar, "Morî" yê Yakup Tekîntangaç, "Mêrdin Di Nav Jiyanê de" yê Rêkar Berzan û "Voice Academy" yê Javier San Miguel dê bên nîşandan.
Nîşandana fîlman dê 5 rojan li çar holên cuda yên Sîtî Sînemayê ji saet 15:00ê piştî nîvro heta derengiya şevê berdewam bike.
SILÊMANÎ