Jineke Rojhilatî hate qetilkirin

Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:25

Di 12’ê vê mehê de jinek xelkê Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi guleyê hate qetilkirin. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ev jin ji aliyê mêrekê ve çend caran rubiruyê pirsgirêkan bû û hatibû tehdîtkirin. Hate ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê di 12’yê Sibatê de jinek ji Rojhilatê Kurdistanê bi guleyê hate qetilkirin. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî buyerê agahiyan belav kir. Hate diyarkirin ku jina hatî qetilkirin Kurde û bi navê Xatire û bi nasnav Awate, ji bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ye.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.