Bi biryara malbatê hat qetilkirin
Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:15

Guler Ozkan a ku li navçeya Panosê dijiya, ji aliyê Servet Ozkan ê ku bi salan lê tundî dikir, li ber çavên 8 zarokên xwe hate qetilkirin. Zarok û birayê wê qala bûyerê kir û diyar kir ku Guler Ozkan bi biryara malbatê hatiye qetilkirin û ji ber tundiyê 7 caran serî li qereqolê daye.
Li gundê Hozdemîrê yê navçeya Panos a Agiriyê, Guler Ozkan a 35 salî di 28’ê Çileyê de ji aliyê hevjînê xwe Servet Ozkan ve bi çekê hate qetilkirin. Li gorî agahiyan; Guler Ozkan a ku pitikê wê 20 rojî bûye û li pêş çavê 7 zarokên xwe piştî îşkenceyê hatiye qetilkirin. Roja din Servet Ozkan bi sûcê “qetilkirina bi zanebûn” bavê wî Nurullah Ozkan jî bi sûcê “alîkariyê” ji aliyê dagehê ve hate girtin.
Hate îdiakirin ku Guler Ozkan bi biryara malbatê hatiye qetilkirin. Herwiha hate diyarkirin ku Guler Ozkan dema pitikê wê yê 20 rojî di hembêzê de bû hatiye qetilkirin û ji ber tundiyê 7 caran serî li qerekolê daye.
Birayê Guler Ozkan, Ayhan Çetînel qala bûyerê kir. Ayhan Çetînel diyar kir ku xwişka wî 18 sal in zewicandî ye û her tim bi tundiyê re rû bi rû maye û wiha axivî: “Ji ber tundiyê gelek caran hate malê lê bi navbeynkariya malbatan dîsa vegeriya. Malbata qatil her carê soz dan ku dê tundiyê li Gulerê neyê kirin û wê dîsa birin. Ji ber tundiyê gelek caran serî qerekolê daye. Derdikeve holê ku têkiliya qatil bi yekê ji malbatê re derdikeve holê. Guler jî vê yekê dibîne. Herî dawî di telefonê de wêne û qeydên deng dibin û dibêje ‘te çima wiha kiriye?’ hevjînê wê jî bêexleqiyê îtîraf dike. Piştre ji malbata xwe re dibêje hevjîna min vê yekê dizane ger bibêje em ê rezîl bin. Malbat jî ji bo qetilkirina Gulerê biryarê dide. Vê rewşê hemû gundî dizanin. Çekê digire û diçe malê. Guler dizane dê bê qetilkirin û qêne û qeydên deng ji biraziyê xwe re dişîne û dibêje ‘ger tiştek bi min were, mafê min biparêzin’. Wê şevê Guler li pêş çavê 8 zarokên xwe tê qetilkirin. Di îfadeya xwe de gotiye min dema çek paqij dikir teqiyaye. Ew û bavê wî hatin girtin. Em vê qebûl nakin divê hemû meclisa malbatê ku biryara qetilkirina Gulerê dane bên qetilkirin.” Piştî qetlîamê dewletê pitikê 20 rojî li saziyên parastina bi cî kir û 7 zarok jî li cem xalên wan hatin bicîkirin.
MA/AGIRÎ/ADNAN BÎLEN














