Divê cudahiya zayendî neyê afirandin
Sêşem 16 Kanûn 2025 - 03:10

Civaknas Kurde Ehmed da diyarkirin ku kuştina jinan ne çandeke Kurda ye û got: “Ev çanda jinkuştinê ji derve de hatiye nava me Kurdan. Çareserkirina pirsgirêkên jinan tê wateya avakirina aramiya di nava civakê de”
Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj binpêkirinên li beramberî jinan zêde dibin. Li gor amarên Tora 8’ê Adarê di 11 mehên borî de 53 jin hatine qetilkirin. Ev yek jî bandorek mezin li ser malbat û civakê dihêle, bi taybetî jî li ser zarokan bandorek neyînî dihêle. Di derbarê mijarê de Civaknas Kurde Ehmed axivî.
Kurde Ehmed di destpêka axaftina xwe de îşaret bi bandora tundutijiya li ser peywendiyên navbera dayik û zarokan kir û got: “Jin di nava civakê de dibin qurbaniyên şeran û hişmendiya mêrsalariyê. Ev yek jî bandorek nerênî li ser bingehê civakê û zarok çêdike. Ji berku peywendiyek ruhî ya zarok li gel dayikê de heye. Her wiha di mijara perwerdekirinê de cûdahiya zayendî heye û malbat gelek tundutijiyê li beramberî jinan dikin.”
Kurde Ehmed balkişand li ser astengiyên li pêşiya jinan ku nikarin gilî bikin û wiha got: “Dema jinek serdana navendan dike, êşa wê pir kûr bûye. Lê ew navend di navbera malbat û eşîran de xetek sor e. Ji ber vê yekê, carnan jin bêdeng dimînin û dibin qurbanî. Ev azadiya jinan hîn mîsoger nebûye û em di rewşek tevlihev de ne. Di çanda resen a Kurdî de tu cudahiyeke zayendî nîne. Lê zihniyeta dagirker dest avêtiye çandê û guhertiye.”
Civaknas Kurde Ehmed di dawiya axaftina xwe de tekezî kir ku divê ferd li ser bingeha dîrok û çanda kevnar a Kurdan bi awayekî modern ji nû ve perwerde bikin û cudahiyên zayendî neafirînin.
ROJNEWS/ SILÊMANÎ














