Rojava manîfestoya teslîmnebûnê ye

Şemî 31 Çile 2026 - 03:32

Her ku diçe piştgirî û piştevaniya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî komên çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê û dewleta Tirk, berfirehtir dibe. Çalakvanên bajarokê Ranye ya ser bi îdareya Raperîn li ser giringiya yekitiya gelê Kurd û piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê axivîn. Star Resûl balkişand li ser lidarxistina kongreyek neteweyî û rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û got:“Piştî hilweşîna rejîma Esed û derketina holê ya komên tarî yên wekî DAIŞ’ê, gelê Rojava bi awayekî ciddî derket meydanê û di civaka navneteweyî de bû hêzeke bi bandor. Her çend Hevpeymanan ji bo berjewendiyên xwe pişta xwe dan Kurdan jî, gelê me teslîmbûnê qebûl nekir û berxwedanê hilbijart.” Star Resûl destnîşan kir ku jinan di vê şoreşê de di rêza yekem de pêşengiya civakê hilgirtine ser xwe û got:“Ev qonax ji bo Kurdan manîfestoyek nû afirandiye ku tê de hemû fikrên cûda li ser xalek hevpar li hev civandiye. Ew jî ‘hemahengiya netewî’ ye. Divê cîhan li gelê Kurd wekî sembola aştî û jiyana hevbeş binêre.”

Çalakvan û pêşmergeyê dêrîn Hejar Mergeyî di destpêka axaftina xwe de spasiya xebat û hewldanên ajansa Rojnews’ê ya di gihandina dengê gel de kir û got:“Rojnews di gihandina dengê nerazîbûnê ya li dijî hewldanên jiholêrakirina gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê de roleke mezin lîstiye. Erka me li Başûr ew e ku em hevdu biparêzin û qebûl bikin. Niha di navbera beşên Kurdistanê de sînorên çêkirî nemane. Yekîtiya gel planên Erdogan û dijberên wî yên Kurd têk biriye.”

Hejar Mergeyî qala erk û rola ku dikeve ser milê gel kir û got:’’Li herêma Raperînê kampanyayek me ya mezin heye. Rola me mîna ya şervanekî ye, lê bi cilên sivîl. Divê em bi rewşenbîran re odeyeke hevbeş a giştî ava bikin da ku em li beramberî her egerê amade bin.”

ROJNEWS/RAPERÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.