Li Silêmanî pêşangeha salane

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Sibat 2026 - 00:55

Li muzexaneya Emnesorê ya bajarê Silêmaniyê ji aliyê rêveberiya perwerdeya Silêmanî û dibistana seretayî ya sînorê perwerdeya Rojhilat ve, pêşangeha salane ya çalakiyên hunerî yên dibistanên seretayî yên dibistana seretayî ya sînorê perwerdeya Rojhilat bi dirûşma ‘Tenê Kurd, dostên Kurdan e’ hat vekirin. Armanca pêşangehê nîşandana berhem û hêza hunerî ya xwendekaran û pêşxistina ruhê parvekirin û nasnameya neteweyî û ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê ye û her wiha wê çend rojan bidome.

Saziyên ku pêşangehê li dar xistin gotin:“Ev pêşangeh derfeteke girîng e ji bo dîtin û girîngiya hêza zarokan e, ji ber ku huner roleke bi bandor di avakirina kesayetiyê û xurtkirina baweriya xwendekaran de dilîze. Fersendek e em li hev bicivin, hunera zarokan parve bikin û piştgirî bikin.

Mamosteya Dibistana Cemal Ebdul, Benaz Cemal got:“Em beşdarî çalakiyên dibistanên Silêmaniyê bûn. Ev pêşangeh karê xwendekaran e. Weke mamosteya hunerê, gelek berhemên me yên bi vî rengî li dibistana me hene. Daxwaza min ji dayîk û bavan ew e ku zarokên xwe bînin vê pêşangehê."

Xwendekar Nûra Hejar wiha got:“Ji bo beşdariya me ya vê pêşangehê ez gelek spasiya mamoste û dibistana xwe dikim, em dikaribûn beşdar bibin û berhemên xwe pêşkêş bikin. Wan gelek alîkariya me kir.” 
Xwendekar Bavîn Mihemed wiha got:“Ez bi van wêneyan beşdarî pêşangehê bûm û li van wêneyên bedew binêrim.”

Xwendekar Laso Shuana jî got:“Bi alîkariya mamosteyên xwe ez dikaribûm gelek wêneyan xêz bikim û beşdarî vê pêşangehê bibim, ez mîna hemû hevalên xwe yên xwendekar gelek kêfxweş im.

Xwendekar Sidra Sirwan, got:“Em bi van wêneyên xweşik beşdar bûn û mamosteyên me gelek alîkarî dan me em bi hevalên xwe re bi hev re xebitîn ji bo ku berhemên me gelek bedew bin.”

Xwendekar Gulê Lawko wiha got:“Me gelek tablo û berhemên bedew çêkirine û  em beşdarî vê pêşangehê bûn.”

NÛJINHA/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.