Ji bo Rojava pêşangeha ‘Berxwedan Jiyan e’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Sibat 2026 - 02:10

Piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cûda dewam dikin. Divê çarçoveyê de li kargeha çandî ya li Silêmaniyê, pêşangehek wêneyan bi navê “Berxwedan jiyan e” hate vekirin.

Pêşangeh ji aliyê komek jin û ciwanên bajarê Silêmaniyê ve hate amadekirin û armanca pêşangehê jî komkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê ye.

Nivîskar Newa Emîn ku yek ji amadekara pêşangehê ye axivî û got; “Me bi armanca komkirina alikariya ji bo hevalên xwe ên li Rojava vê pêşangehê vekir. Kesên ku serdana pêşangehê dikin, dikarin alîkariyê jî pêşkêş bikin. Kurd yeke û ev ne tenê dirûşmeye, hêvîdarim her kes piştgiriyê bide Rojavayê Kurdistanê.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.