
Li Peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, peykerek 5 metreyî ya ‘Kezî’ hate danîn.
Çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê de, li Başûrê Kurdistanê berdewamin. Li bajarokê Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, çalakiyek piştgiriyê hate lidarxistin.
Li peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê bi amadebûna berpirsên perwerdeyê û xwendekaran rêze çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin lidarxistin. Rêze çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên berxwedana Rojava û bi xwendina Sirûda Neteweyî ‘Ey Reqîb’ destpê kir.
Di heman çarçoveya rêze çalakiyan de, peykerek 5 metreyî ji aliyê xwendekarên peymangehê ve ji keziyê hate çêkirin. Ji aliyê Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê Qasim Elî û Rektorê Peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê Dara Elî ve perde li ser peyker hate rakirin.
ROJNEWS/ÇEMÇEMAL















