Xwendekarên li ‘Her Mal Dibistanek’ temaşe kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 00:29

Hevgirtina Xwendekarên Azad ên Zanîgeha Dîcleyê li navenda ÇandAmedê bi beşdarbûna derhêner Ardîn Dîren, li fîlma “Her Mal Dibistanek” temaşe kirin.

Xwendekarên zanîngehê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Xwendekarên Zanîngeha Wanê jî beşdar bûn. Mijara fîlmê ku hat nişandan li ser asîmîlasyona ku li Kurdistanê pêk tê hat lidarxistin. Ardîn Dîren di belgefîlma xwe de balê dikişîne ser dibistana Ferzad Kemanger ku ji aliyê dewleta tirk ve hatibû girtin û qedexekirin. Belgefîlm ji aliye beşdarvanan ve rastî eleqeyek mezin hat.

Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Yunus Kiliç beriya ku fîlm dest pê bike derbarê zimanê kurdî de ku bi salan e rastî her êrîşên mezin tê û wiha axivî: “Zimanê kurdî li ber çavên me hertim hatiye qedexekirin. Navên kurdî hemû hatine qedexekirin û navên bajar, gund û navçeyên Kurdistanê hemû li gora xwe dane guhertin. Zimanê dayîkê hêmane û hebûna asta me ye. Em her tim dixwazin ku bi zimanê xwe biaxivin û bijîn. Divê em di nava civaka xwe de bi kurdî biaxivin.”

Xwendekara Zanîngehê Esra Pekur jî balê kişand ser asîmîlasyona ku li Kurdistanê pêk tê got: “Desthilatdar di kîjan ali de mijar tengezar bike têkoşîna herî xweş ew e. Em weke xwendekarên zanîngehê gelek ji rastiya xwe ya ziman dûr ketine. Divê pêşî em li ser kesayeta xwe ya şexsî bisekinin.”

Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.