Filmên Festîvala Venedîkê eşkere bûn

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 00:35

Yek ji festîvalên herî kevnar ên cîhanê, Festîvala Fîlman a Venedîkê, îsal cara 82’an tê lidarxistin. Festîval

Festîval, îsal ku ewê di navbera 27’ê Tebaxê û 6’ê Îlonê de li Girava Lido ya ku girêdayî bajarê Venedîkê yê Îtalyayê ye, pêk were, filmên ku ew ê di pêşbaziyê de werin nîşandan eşkere kir.

Festîvala Fîlman a Venedîkê, tenê cih nade sînemaya Ewrûpayê û cîhanê her wiha di warê çandî de bi giştî bernameyan saz dike. Festîvalê ku berê rê li ber vedîtina derhênerên wekî Andrei Tarkovsky, Akira Kurosawa, Sofia Coppola, Roberto Rossellini vekiriye, bi evîndariya xwe ya ji bo pêşandana yekem a fîlmên derhênerên navdar û hem jî yên nû yên ku tên nasîn, wekî “platformeke bihêz a destpêkirinê” tê zanîn.

Ew ê 21 fîlm bikevin pêşbaziyê

Di pêşbaziya sereke ya festîvalê de îsal 21 fîlm, bi serkêşiya Şêrê Zêrîn (Fîlma Herî Baş) di kategoriyên derhênerî, senaryo, lîstikvanî û ciwanên jêhatî de wê bikevin pêşbaziyê. Jurî bi serokatiya Alexander Payne tê birêvibirin û kesên weke derhêner Stéphane Brizé, derhêner û çêker Maura Delpero, derhênerê xwediyê Xelata Palmeya Zêrîn Cristian Mungiu, derhêner Mohammad Rasoulof, lîstikvan û nivîskar Fernanda Torres, lîstikvan-çêker Zhao Tao weke jurî ewê hazir bin.

Fîlma vekirinê ya festîvalê fîlma The Grace (La Grazia, 2025) ya bi îmzeya Paolo Sorrentino ye.

Di festîvalê de lîstikvana ku bi fîlma navdar a Alfred Hitchcock Vertigo (1958) di bîran de maye, Kim Novak, wê Xelata Rûmetê ya Jiyanê bistîne. Navê din ê ku di sala 2025’an de wê Xelata Serkeftina Jiyanê ya Şêrê Zêrîn bistîne, derhênerê fîlmên Aguirre, der Zorn Gottes (Aguirre: Xezeba Xwedê, 1972), Fitzcarraldo (1982) û Nosferatu the Vampyre (1979) Werner Herzog e.

Filmên ji bo pêşbaziyê hatine neqandin ev in;

The Grace / La grazia (Yön. Paolo Sorrentino) (açılış filmi)

À pied d’oeuvre (Yön. Valérie Donzelli)

Below the Clouds / Sotto le nuvole (Yön. Gianfranco Rosi)

Bugonia (Yön. Yorgos Lanthimos)

Duse (Yön. Pietro Marcello)

Elisa (Yön. Leonardo Di Costanzo)

Father Mother Sister Brother (Yön. Jim Jarmusch)

Frankenstein (Yön. Guillermo del Toro)

Girl / Nühai (Yön. Shu Qi)

A House of Dynamite (Yön. Kathryn Bigelow)

Jay Kelly (Yön. Noah Baumbach)

No Other Choice (Yön. Park Chan-wook)

Orphan / Árva (Yön. László Nemes)

Silent Friend (Yön. Ildikó Enyedi)

The Smashing Machine (Yön. Benny Safdie)

The Stranger / L’Étranger (Yön. François Ozon)

The Sun Rises on Us All (Yön. Cai Shangjun)

The Testament of Ann Lee (Yön. Mona Fastvold)

Un film fatto per bene (Yön. Franco Maresco)

The Wizard of the Kremlin / Le mage du Kremlin (Yön. Olivier Assayas)

The Voice of Hind Rajab (Yön. Kaouther Ben Hania)

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.