Divê ji bo Rojava seferber bibin

Sêşem 10 Sibat 2026 - 03:43

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ/DAÎŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekirin ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dikin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku ji bo siberoja herêmê ya demokratîk, parastina Rojava gelek girîng e. Wezîrê berê yê Polîtîkayên Civakî û Malbatê yê Îtalyayê Paolo Ferrero, têkildarê mijarê ji ANF’ê re axivî. Ferrero, diyar kir ku dewleta Tirk li pişt êrîşên li ser Rojava ye û DYE’yê û Îsraîl van êrîşan erê kirine. Ferrero, destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê biryara Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bûn, bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî hatine pêkanîn. Ferrero da zanîn ku DYE’yê helwestek firsendperest raber kiriye û got:“Li dijî DAÎŞ’ê destek dida Kurdan. Lê di vê rewşê de tiştek berevajî kir. Kurdan bi temamî bi tenê hişt. Bi kurtasî bi zîhniyeta cîhadîst a ku berê tevî Kurdan li dijî wê şer dikir re bû yek.” Ferrero, da xuyakirin ku welatên Rojavayî berdêlên ku Kurdan di têkbirina DAÎŞ’ê de dane paşguh kiriye û qebûlkirina vê zîhniyetê di nav hikûmeta Sûriyeyê de wekî "xeternak" bi nav kir. Ferrero diyar kir ku welatên Rojavayî bi salan e di bin navê "têkoşîna li dijî terorîzmê" şer dike, lê komên ku xizmetê ji bo berjewendiyên wan dikin, wekî terorîst nabînin û got ku welatên Rojavayî ligel krîzên xwe yên aborî û siyasî krîzeke kûr a exlaqî dijî û bawerî pê nabe. Ferrero, anî ziman ku li gorî DYE’yê Ewropa di rewşeke hîn xirabtir de ye û got ku tabloyek bêserûber nîşan dide ku nikare li dijî polîtîkayên Emerîkayê derkeve. Ferrero da xuyakirin ku Kurd ji bo berjewendî û hesabên hêzên mezin têne qurbanîkirin û diyar kir ku êrîşên dawî careke din nîşan didin ku Emerîka û hêzên din berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî li ser hevpeymanan didin pêş. Ferrero, got ku ew bawer dike ku di navbera Emerîka, Tirkiye û Îsraîlê de peymanek heye û got ku Trump, Erdogan wekî faktorekî girîng ê hevsengiyê ji bo berjewendiyên Emerîkayê dibîne.

Ji modela Rojava ditirsin

Paolo Ferrero, da zanîn ku yek ji sedemên sereke yên êrîşên li ser Rojava modela rêveberiyê ya li wir pêşketiye ye û got:’’Rojava ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên li herêmê dijîn hêviyê temsîl dike. Rojava, ku gel, bawerî û nasnameyên cihêreng tîne cem hev, wekî yek ji ceribandinên demokratîk ên kêm li Rojhilata Navîn tê dîtin.” Ferrero, diyar kir ku Rojava îsbat kiriye ku ol û nasnameyên etnîkî yên cuda dikarin bi aştî-aramî bijîn û ji ber vê yekê ew tê hedefgirtin. Ferrero bang li raya giştî ya Ewropayê kir û diyar kir ku divê Rojava bi tenê neyê hiştin û divê hevgirtina ku di demên berê de ji bo Kobanê hatiye nîşandan, îro dîsa were rêxistinkirin.

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.