Tenê bi azadiya Ocalan pêş dikeve

Çarşem 11 Sibat 2026 - 02:48

Bi ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO re 348 roj derbas bûn. Tevgera Azadiyê ya Kurd di çarçoveya perspektîfên Rêber APO de gelek gavên erênî avêt, lê heta niha jî dewletê tu gaveke şênber neavêtiye. Komîsyona li Meclisê ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatibû avakirin jî hêj çarçoveyeke yasayî amade nekiriye. Tevî hewldanên Rêber APO yên ji bo civakîkirina pêvajoyê, desthilatdarî tecrîdê didomîne. Akademîsyenê îtalî Federico Venturini, têkildarî pêvajoya li Tirkiyeyê, rola Rêber APO û bandora wê axivî. 

Ocalan dengekî pêbawer û jîr e 

Venturini, diyar kir ku aktorên aştiyê naxwazin û dixwazin pêvajoyê xerab bikin di nav dewletê de hene û got:“Tevî ku pêvajo hêdî dimeşe jî ber bi aliyekî rast ve pêş dikeve. Mijara herî girîng a pêvajoyê jî azadiya Abdullah Ocalan e. Tenê heke Abdullah Ocalan azad bibe pêvajo dikare pêş bikeve. Aştiyeke domdirêj, tenê bi Abdullah Ocalan pêkan e. Tenê kesekî azad dikare muzakereyan bike. Tevgera Azadiyê ya Kurd, gavên pêwîst bi pratîkî avêt. Banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan li cîhanê bi hêvî hate pêşwazîkirin. Vekişîna gerîlayan û şewitandina çekan ji hêla Abdullah Ocalan ve hatin destpêkirin. Ev jî îsbata wê ye ku ew li ser maseyê kesê diyarker e. Abdullah Ocalan, dengekî pêbawer e, jîr e û pêdivî pê heye ku tevî siyasetmedarên din li ser maseyê be.” 

Divê ji bo gerîlayan derfet bê afirandin 

Di bedewamê de Venturini anî ziman ku ji bo aştiyeke mayinde divê her du alî bi awayekî hemwext gavan biavêjin û got:“Aştî, bi berdana çekan bisînor nabe. Meseleya esasî ew e ku mafên gelê Kurd û kêmaniyên din ên li Tirkiyeyê bên naskirin, rêgezên xweserî û demokrasiyê bikevin meriyetê. Divê şert û merc bên avakirin ku gerîla bêyî tirs û fikar entegreyî qada cemaweriyê bibin.” Venturini anî ziman ku divê karê ewil ê hikûmetê bibe guherandina yasayan û got:“Divê dewleta Tirk hem di avadaniya xwe de hem jî di destûra bingehîn de veguherînan bike. Divê civaka Tirk, daxwazên gelê Kurd fêm bike û rêzê jê re bigire. Divê Kurdî û hebûna Kurdan bê naskirin. Feraseta ku Kurdan weke ‘gefa li ser ewlehiya neteweyî’ dibîne bê terikandin.” 

Ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak 

Venturini, anî ziman ku pêşketinên di pêvajoyê de encama têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd û têkoşîna kolektîf a gel e û got:“Gelê Kurd, şert û mercên rê li ber şertên siyasî, civakî û exlaqî vedikin afirand. Çavkaniya vê jî Abdullah Ocalan e. Ocalan, referansekî siyasî û rêberek e. Hêza sereke ya pêvajoyê jî tevger û civakên herêmî yên rêxisitnkirî ne.” 

Akademîsyen Venturini, îşaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî ya ji bo pêxistina pêvajoyê kir û got:“Derdorên cuda yên navneteweyî, mecbûr in piştevaniyê bidin Tevgera Azadiyê ya Kurd. Divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku gavan biavêje. Divê kesek li dijî vî şerê bi sala ye didome bêdeng nemîne û ji bo çareseriyeke aştiyane fikrekî hevpar ê navneteweyî ava bibe.” Venturini, destnîşankir ku pêvajoya aştiyê ne tenê meseleyeke herêmî ye û got:“Yek ji mijarên sereke yên pêvajoya aştiyê; naskirina ziman, derfeta perwerdeya alternatîf û xweserî ye ku gelê Kurd bikare li ser navê xwe biryarê bide. Heke ev pêvajo bigihije vê astê, feraseta xweseriyê ya berfireh a ji bo hemû kêmaniyên li Rojhilata Navîn jî dikare pêşiya wê vebe. Ev pêvajo dê ji bo pirsgirêkên li Iraq, Sûriye, Îran û heta Îsraîl-Filistînê jî bibe çareserî. Îxtîmala çareseriyeke li vir dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe mînakeke dîrokî.” 

MA/DENÎZ KARABÛDAK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.