- Helbestvan, nivîskar û hunermendên bi daxwaza aştiyê hatin gel hev, gotin: “Dinya li ser sê stûnên zêrîn bilind dibe; ked, edalet, azadî û aştî. Heke yek ji van kêm be, sê hebin din jî tune ne. Ji bo vê jî em dibêjin aştî.”
Helbestvan, nivîskar û hunermendên li Antalyayê hatin gel hev, têkildarî çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, bi daxwaza “aştiyê” daxuyanî dan. Daxuyanî, li hotêleke bajar bi sernavê “Banga me ya ji raya giştî re ye” hate dayin. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Şukru Erbaş ve hate xwendin. Erbaş, diyar kir ku mezintirîn tişta ku mirovahiyê pişî êşa bi hezaran salan hîn kirî aştî ye û got: “Em dixwazin ne bi mirinê, bi jiyînê zêde bibin. Em dixwazin êdî ne ji çavên bêronahî yên miriyên xwe lê ji pacên ronî li dinyayê binêrin.”
Di berdewamê de Erbaş anî ziman ku divê pêvajoya şer bi dawî bibe û hemû derdorên civakê li ser bingeheke aştiyane, wekhevî, edalet, azadî û aştiyê bi hev re bijîn û got: “Dinya li ser sê stûnên zêrîn bilind dibe; ked, edalet, azadî û aştî. Heke yek ji van kêm be, sê hebin din jî tune ne. Ji bo vê jî em dibêjin aştî.”
Erbaş, banga xwedîderketina li pêvajoya aştiyê û xurtkirina piştevaniya civakî kir.
Kesên metna hevpar îmze kirin ev in: “Îlkay Akkaya, Orhan Alkaya, Abdullah Ataşçi, Şehmûs Ay, Erdogan Aydin, Burç Baysal, Cevahîr Bedel, Gokçenûr Ç., Abdullah Aren Çelîk, Mazlum Çîmen, Aydin Çubukçu, Ayşegul Devecîoglû, Şeyhmûs Dîken, Kubîlay Doşeyen, Denîz Durukan, Şukru Erbaş, Vecdî Erbay, Haydar Ergulen, Selman Ergun, Munîp Ermîş, Kerem Firtina, Erdal Gilgil, Sema Guler, Semih Gumuş, Erdal Guney, Hîcrî Îzgoren, Metîn Karausta, Hasan Kiyafet, Julîde Kural, Akîf Kurtuluş, Mûstafa Orman, Altay Oktem, Oktay Ozaltun, Mehmet Ozer, Nazîre Ozturk, Gokmen Sambur, Beşîr Sevîm, Suavî, Nûr Surer, Huseyîn Şahîn, Ertan Taşkiran, Latîfe Tekîn, Ahmet Tellî, Mahmût Temîzyurek, Mesût Varlik û Eşber Yagmurderelî.” MA/ANTALYA
* **
‘Temaşe’ cara 10’an derket
Kovara Temaşe ku hewl dide bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî û Soranî) sînemayê ji hev veçirîne, cara 10’an li hemberî temaşevan û xwînerên xwe ye. Kovarê daye zanîn ku ji ber meseleyên aborî û sîtemîk dereng ew vê carê bi derengî ketine û ew ê hewl bidin 6 mehan carekê kovarê derxînin.
Di vê hejmarê da jî çend nivîsên cuda yên ku li ber dilê xwîneran xweş bin, hatine amadekirin. Nivîsa pêşî jî ya Sebahattin Şenî ye ku li ser Yilmaz Güney û sînemaya wî ya kurdî ye. Paşîyê em bi wergerê xwe didin ser sînemaya Andrei Tarkovsky û bi teybetî filma wî ya Andrei Rublev. Di vê nivîsa da meseleya etîk, manewîyat û huner dibin her sê mijarên sereke. Wergereke din jî heye ku ji aliyê Fatma Edemen bi wergera Ramazan Kaya bi serenavê ‘Di Festîvalên Fîlmên Kurdî yên Ewropayê da Hewildaneka Dîasporîk a Dekolonyal’ bi meseleyên dîaspora û kolonyalîzmê tê pêşîya me. Miradê Miradan jî vê carê beşek ji beşên sînemayê behsa sînemaya mînîmalîst dike. Taybetmendîyên wê, fîlm û derhênerên mînîmalîst bi me dide zanîn. Axîn Torîn li ser Joker (2019) û derhênerê wê Tod Phillipsî krîtîkekî dike. Mehmûd Beyto zîncîre-nivîsên xwe yên li ser mînîmalîzmê dewam dike û nivîsa wî ya sêyem e. Nivîsa dawî ya li ser mînîmalîzmê jî dê di hejmara din de were ber me.
Di beşa zazakî da jî vê carê du nivîs hene. Mutlu Canî bi serenavê ‘Spanyaya Komarperwere, Mûzîk û Flamenko: Carlos Saura’ nivîsa xwe li ber me ye. Welat Ramînazad jî vê carê bi nivîsa xwe ya zîncîre ‘Semedê Îdrarkerdîşê Ekonomî-Fînans Mûteşebîskarî I’ li ser fîlmên aborî nivîsandîye.
NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Li Nisêbînê şahiya çand û hunerê
Şaredariya Nisêbînê dê di navbera 11-14'ê Cotmehê de "Mihrîcana Çand û Hunerê" li dar bixe.
Şaredariya Nisêbînê a Mêrdînê dê di navbera 11-14'ê Cotmehê de "Mîhrîcana Çand û Hunerê" li dar bixe. Mîhrîcan çar rojî, ku li cihê berê yê Cejna Newrozê tê lidarxistin, dê di 11'ê Cotmehê de bi derketina ser dikê ya hunermend Suavi dest pê bike. Hamit Karadeniz û Koma Rengîn dê di roja duyemîn a festîvalê de derkevin ser dikê. Koma Hinek Henek dê di 13'ê Cotmehê de derkeve ser dikê.
Festîval dê di 14'ê Cotmehê de bi derketina ser dikê ya hunermend Rojda bi dawî bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN