Namzetên “Xelatên Primetime Emmy” yên sala 2025’an eşkere bûn. Merasîma xelat wergirtinê ew ê di 14’ê Îlonê de li bajarê Los Angeles ê eyaleta Kalîfornyayê, were lidarxistin.
Akademiya Huner û Zanistên Televîzyonê (ATAS), lîsteya namzetan weke kategorî eşkere kir. Rêzefîlma “Severance” bi tevahî 27 kategoriyan bû rêzefîlma ku îsal herî zêde namzet e. Li pey wê, rêzefîlma “The Penguin” bi namzetiya di 24 kategoriyan de cih girt.
NAVENDA NÛÇEYAN