‘Mêvan û Mazûvan’ di lîsteya Grammy’yê de ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 00:25

Strana hunermend Rûkenê ya bi navê "Mêvan û Mazûvan" ji bo 68emîn Xelatên Grammyê di kategoriya "Performansa Muzîka Cîhanî ya Herî Baş" de ji bo nirxandinê hat qebûlkirin.

Ev pêngav li qada navneteweyî ji bo muzîka Kurdî wekî serkeftineke girîng tê dîtin. Qebûlkirina ji bo nirxandinê tê wê wateyê ku stran niha bi awayê fermî ketiye lîsteya namzedan a destpêkê.

Endamên Akademiya Tomarkirinê (Recording Academy) dê di pêvajoya dengdanê de stranê binirxînin û namzedên dawî yên ji bo xelatê diyar bikin. Strana "Mêvan û Mazûvan" bi atmosfera xwe ya ku çanda Kurdan û dîmenên xwezaya Kurdistanê tîne bîra mirov balê dikişîne.

Ev serkeftin ne tenê ji bo Rukenê bi xwe, ji bo danasîna muzîk û çanda Kurdî li seranserê cîhanê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Rûken Yilmaza dengxweş strana xwe ya bi navê "Mêvan û Mazûvan" tîrmeha îsal belav kir. Gotinên stranê yên helbestvanê mezin Cegerxwîn in û Nurhak Kilagozê jî muzîk amade kiriye.

Dîmenên klîpa vê stranê li navçeya Pilûrê ya Dersimê di nava xwezayeke bêhempa de hatine girtin. Berk Kuruçay derhêneriya klîpê kiriye.

Rengên xwezayê, erdnîgariya bêhempa ya Pilûrê, gotinên stranê û dengê Rûken Yilmazê bi aheng li dora hev digerin û belav dibin.

Xelatên Grammyê

Xelatên Grammyê ku bi kurtasî wekî Grammy tê zanîn, xelateke ku ji aliyê Akademiya Tomarkirinê ve ji bo rêzgirtina li serkeftinên di sektora muzîkê de tê dayîn.

Xelat di şiklê gramofoneke bi zêr pêçayî de ye. Xelatên Grammyê di pîşesaziya muzîkê ya Amerîkayê de xwedî girîngiyeke mezin in û ji sala 1957an û vir ve tên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.