‘Dengê Hind Rajab’ li Venedîkê hate bihîstin

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Îlon 2025 - 00:40

Fîlmeke nû ya dilşewat ku çîroka keçeke pêncsalî ya ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatî kuştin vedibêje, piştî galaya xwe ya Çarşemê li Festîvala Fîlman a Venedîkê 23 deqîqan bi çepikan hate pêşwazîkirin.

Fîlmê bi navê “Dengê Hind Rajab”, ku ji aliyê derhênerê Tûnisî Kaouther Ben Hania ve hatiye çêkirin, ji aliyê rexnegiran ve wekî "fîlmê herî bi hêz û girîng ê festîvala îsal" hate binavkirin.  Fîlm, di Çileya 2024’an de li Bakurê Xezeyê, di nav bermahiyên otomobîlekê de, bi cenazeyên mamên wê û çar pismamên wê yên biçûk re asê maye, têkoşîna dawî ya Hind Rajab a bi telefonê dîsa dide jiyandin.

Hind, ku di bin kursiyekê de xwe veşartibû û yekane kesê sax bû, karîbû bi telefonê bigihîje Kizilaya Filistînê. Lê belê, zarok û xebatkarên tenduristiyê yên ku li wê digeriyan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku lêpirsîneke fermî derbarê bûyerê de nehatiye destpêkirin.

Film rastiyekê tîne ziman

Ben Hania wiha got: "Gava min cara yekem dengê Hind Rajab bihîst, tiştekî ji peyvên wê wêdetir hebû. Ev bangewaziya alîkariyê ya Xezeyê bû, lê kesî nikarîbû bigihîje wê." Fîlm, tomarên telefonê yên rastîn ên Hind bi rengekî tirsnak bikar tîne, lê çîrokê bi awayekî dramatîze kirî, bi rêya tîma Kizilaya Filistînê ya ku hewl da wê rizgar bike, vedibêje. Lîstikvana Saja Kilani, li ser navê hemû tîma çêkirina fîlmê daxuyaniyek da û got: "Dengê Hind Rajab ne hewceyî parastina me ye. Ev fîlm ne nêrînek e, ne jî xeyalek e. Ew li ser rastiyê ye. Ev dengê her dayikê, her bavî, her doktor, mamoste, hunermend, rojnamevan, dilxwaz, xebatkarê tenduristiyê ye; her yek ji wan mafê jiyanê, xeyalkirinê û bi rûmet jiyînê heye; lê hemû, bêyî dudilî hatine dizîn. Û ev tenê dengên ku em dizanin in. Li pişt her hejmarê, çîrokek heye ku tu carî nayê gotin."

Diya Hind, Wissam Hamada, hêvî kir ku fîlm bibe alîkar ku şer bi dawî bibe. Hamada, ji Xezeyê, bi kurê xwe yê pêncsalî re, di axaftina xwe ya bi AFP’yê re bi telefonê wiha got: "Tevahiya cîhanê em hiştin di nav mirinê, birçîbûnê û tirsê de. Ji neçarî xek koçber dibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.